09:07 20 Tebax 2017
Zindî
    Albay John Dorrian

    Fermandarê amerîkî: Di demek kin de bajêr dê bi temamî were kontrolkirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11620

    Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian ragihand ku li gorî pêşbîniyên wan dê di demek kin de bajarê Mûsilê bi tevahî were kontrolkirin.

    John Dorrian di daxuyaniya xwe bi Rûdawê re de eşkere kir ku kontrol kirina Komelgeha Fermangehên Hikûmetê li rojavayê bajarê Mûsilê pêşveçûneke gelek baş e.

    Dorrian derbarê rola hêzên hevpeymanan û pêşveçûnên îro yên hêzên Iraqî ya li Mûsilê de axivî û got: "Me piştgiriya hewayî, îstîxbaratî û şêwirmendiyê da hêzên Iraqê."

    Berdevkê Koalîsyona Navdewletî tekez kir, ku kontrolkirina sazî û dezgehên hikûmetê li rojavayê bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqê ve pêngav û ber bi pêşveçûneke gelek baş e û wiha pê de çû "Em texmîn dikin ku ew pêşveçûn berdewam bikin û di demekê pir kin de bajêr bi temamî bê kontrolkirin".

    'TENÊ RÊYEK LI BERIYA WAN HEYE, WERIN KUŞTIN'

    John Dorrian derbarê dorpêçkirina terorîstên DAIŞê ya li bajêr de jî got: "Me ew rê jî li wan girtine ku nekarin birevin û ji hemû aliyan ve hatine dorpêçkirin tenê rêyek heye ku werin kuştin".

    Derbarê hejmara kesên sivîl ên di êrişên ezmanî yên hevpeymanan de hatine kuştin de jî diyar kir ku ji 2014 ve û bi destpêkirina operasyonên li dijî DAIŞê re, nêzîkî 220 kes ji xelkê sivîl hatine kuştin.

    John Dorrian herwiha got: "Em hemû karekî dikin, da ku ew yek çênebe, lê belê mixabin xelk her tên kuştin. Yek ji sidema kuştinan ev e ku dijmin wan weke mertalên mirovî bi kar tîne, ew yek jî dibe sedem ku rewş zehmet bibe. "

    Bi heman mijarî:

    Heta niha 161 hezar kesî Mûsil terikandiye
    Iraq: Em hêvî dikin ku heta mehekê operasyona Mûsil bi encam bibe
    Mûsil: 40 sivîl bi stûnên elektrîkê ve hatin daliqandin
    Pûtîn rewşa Mûsil û Helebê gotûbêj kir
    Tapuyen Mûsil û Kerkûkê di arşîvên Tirkiyeyê de derketin
    Etîketan:
    bajêr, kontrol, DAIŞ, Rûdaw, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de