08:06 23 Gulan 2018
    Meclisa Leşkerî ya Minbicê

    Berpirsekî komeke ASAyê: Şerê me bi HSDê re li rojavayê Minbicê berdewam e

    © REUTERS / Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40

    Serokê Nivîsgeha Siyasî ya "Lîwaya Muetesim" a di operasyona Mertala Firatê de beşdar Mistefa Secrî îro sêşem ragihand ku şer li rojavayê Minbicê hîn di navbera ASA û HSD de berdewam e û wan ti hêzên DYAyê li wê herêmê nêdîtine."

    Sicrî îro ji Spuntikê re axivî û wiha got: "Heta vê kêlîkê ti agahiyên deqîq tine ku hêz bi awayekî cidî li wê derê hatine bicihkirin û şer hîn jî li derdora Minbicê di navbera HSD û ASAyê de berdewam e."

    Serokê Lîwaya Muetesimê teqez kir ku tenê hêzên kurdî li wê derê ne û wiha got, "me ew agahî tenê di medyayê de bihîstin lê di rastiyê de".

    Herwiha Sicrî destnîşan kir ku HSDê deverên li rojavayê Minbicê radestî Artêşa Sûriyeyê nekirine û wiha got: Ez teqez dikim ku operasyonên radestkirinê bi temamî bi dawî nebûne û ji aliyê leşkerî ve, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser hemû mihweran heye".

    "HERÊM RADESTÎ SÛRIYEYÊ NEKIRINE"

    HSD - HSDê
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Derbarê radestkirina herêman bo Artêşa Sûriyeyê de, Sicrî teqez kir ku Lîwaya wan li dijî wê yekê ne ku herêman radestî Artêşa Sûriyeyê bikin.

    Sicrî diyar kir ku armanca sereke ya Mertala Firatê ew e ku herêmeke ewle bi berfirehiya 5000 km ava bikin û diyar kir ku giring e, lihevkirineke navdewletî li ser vê herêmê çêbibe û wiha got: Heta armanca civînên Astanayê ew bû ku agirbesteke cidî pêk were  û aliyên pêwendîdar bi awayekî rasteqîn bigihêjin çareseriyekê ku gelê Sûriyeyê jê razî be."

    Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentegon) daxuyand ku leşkerên amerîkî li derdor û navenda Minbicê hatine bicihkirin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Rêya di navbera Reqqa û Dêra Zorê de hat qutkirin
    HSD: Tirkiye û ASA amadekariyê dikin ku êrîşê Minbicê bikin
    HSD: Ji bilî hêzên me ti kes beşdarî operasyona Reqqayê nabin
    'HSD dê Reqqayê bistîne, ne Tirkiye'
    HSD: Gundê Mêzîlayê yê stratejîk ji sê mihweran ve hatiye dorpêçkirin
    HSD: Alîkariya rêveberiya Trump wê berdewam bike
    HSD: Em ê biryarên civînên Astanayê qebûl nekin
    Etîketan:
    ASA, Lîwaya Muetesimê, Mistefa Secrî, DYA, Rûsya, Tirkiye, Sûriye, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de