14:30 20 Mijdar 2017
Zindî
    HSD

    HSDê êrişa DAIŞê ya bi erebeya bombebarkirî şkand

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3222

    Hate ragihandin ku Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê erebeya terorîstan a bombebarkirî beriya bighêje armanca xwe teqandine.

    Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin wergirtin terorîstên DAIŞê ji baskê Ebû Xeşeb hewl dan ku bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ên ber bi girê Minxer Şerqî ya ku 27 kîlometreyan dikeve rohilatê Reqqayê ve diçin, bikin. Şervanan bi çeteyan hisiyan û beriya erebiya terorîstan bighêje armanca xwe wê teqandine.

    Herwiha operasyona rizgar kirina bajarê Reqqayê ji terorîstên DAIŞê ku Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê dan despêkirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera HSDê û ASAyê de li Minbicê şer derket
    HSDê li Reqqayê 3 gundên din kontrol kir
    HSDê bîlançoya şerê 8 rojan eşkere kir
    Şervanên HSDê 3 gundên din rizgar kirin
    HSDê wesayiteke bombebarkirî ya DAIŞê teqand
    Etîketan:
    êriş, şkandin, bombebarkirî, wesayît, DAIŞ, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de