16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê HDPê Osman Baydemîr

    Baydemir: Tiştên li Şingalê qewimîn, encama fitne û fêsadiyê ne

    © Sputnik/ Emîne Çelebî
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7041

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir diyar kir ku ev destûra bingehîn him fermana demokrasiye him jî fermana kurdan e û di derbarê pevçûnên li Şingalê de jî got, "tiştên li Şingalê diqewimin, encama fitne û fêsadiyê ne."

    Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de axivî û di axaftina xwe de behsa mijarên rojevê kir. Baydemîr ji ber 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bal kişand ser tundiya li ser jinê û got, "Kesên li hemberî jinan tundiyê bimeşînin, ew nikarin bibin tevgereke siyasî." Baydemîr her wiha di axaftina xwe de silav ji parlamenter û hevşaredarên jin ên HDPê re şand.

    Berdevkê HDPê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê ji ber betalkirina bernameyên xwe yên li Almanya û Ewropayê gazincan dike û got, "Îro li çar aliyên Tirkiyeyê çalakiyên 8ê Adarê tên astengkirin. Sedema herî mezin a operasyonên qirkirina siyasetê, nêrîna me ya li jinê ye. Ev êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye."

    ‘EV FERMAN E, EM VÊ FERMANÊ QEBÛL NAKIN'

    Osman Baydemir dest nîşan kir ku di vê pakêta destûra bingehîn de mafê Kurdan û Elewiyan tune ye û wiha berdewam kir, "Di navbera vê pakêta ku me red dike, me û demokrasiyê tune dihesibîne, faşîzmê ava dike û destûra bingehîn a 12ê Îlonê de ti cudahî tune ye. Na ji her duyan re jî. Destûrên bingehîn lihevkirina civakî ye, derman e. Lê ev destûra bingehîn ji bo demokrasiye jî, ji bo kurdan jî ji bo yêdin jî ferman e. Em vê fermanê red dikin û dibêjin NA."

    ‘EV PAKÊT POLÎTÎKAYÊN ZILMÊ YÊN LI ERDNÎGARIYA KURDAN DIPEJIRÎNE'

    Baydemîr derbirî ku di dîroka komarê de geşedana siyasî ya herî mezin avakirina maseya mizakereyê bû û got wan ji bo desthilatiya xwe ew mase qelibandin û qîma xwe bi vê yekê jî neanîn, xwîn rijandin. Baydemir wiha berdewam kir: "Ev pakêt hemû polîtîkayên zilmê, bi taybetî jî polîtîkayên li erdnîgariya Kurdan dipejirîne. Di heman demê de nahêle careke din bingeha diyalogê were pêk anîn. Werin em bi hev re ji bo pitika Mirayê, ji bo DAyika Taybetê û hemû kesên hatin qetilkirin, bibêjin NA."

    Berdevkê HDPê Baydemir di axaftina xwe de bal kişand ser pevçûnên ku li Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û şervanên YBŞê de qewimîn jî û got, "Îro gava em li Şingalê binêrin, tiştên li wir qewimîn, encama fitne û fêsadiyê ne. Tiştê ku nikarin bi destê xwe bikin, Kurdan bi hev didin kuştin û dikin. Gotina Na, ji fitneye re jî Na ye."

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemir: Na Ji Birakujiyê re
    Baydemir: Kurdan li dijî hev bi kar neyênin
    Berdevkê HDPê Baydemir: Serdana Barzanî nîşaneya geşedanên baş in
    Osman Baydemir bû berdevkê nû yê HDPê
    Baydemir ji bo kirinên li gundiyên Xerabê Bava: Nemerdiye
    Ji bo Osman Baydemir 3 sal cezayê hepsê hat xwestin
    Etîketan:
    fitne û fêsadî, qewimîn, Şingal, Berdevkê HDPê û Parlamenterê Rihayê, Osman Baydemir, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de