16:47 27 Gulan 2018
Bajarê Rojavayê, Serê Kaniyê

Tomareke dîrokî bi dengê Nûredîn Zaza li ser Kembera Erebî

© Wikipedia
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Tomareke dengî ya Siyasetmedar û nivîskarê kurd Nûredîn Zaza ji sala 1974an ve derket holê ku tê de derbarê kembera erebî û rewşa kurdan li herêmên kurdî yên li Sûriyeyê de diaxive.

Zaza diyar dike ku 700 hezar kurd li Sûriyeyê hene û wiha dewam dike, "planek heye ku wan ji herêmên wan derxînin û veguhêzin bo herêmên sînorî. Ji ber têkiliya wan a rasterast a (erdnîgarî) bi kurdên Tirkiyeyê re heye. Lewra vê planê dest pê kir."

Siyasetmedarê kurd axiftina xwe wiha dewam dike: "Dixwazin wan 30 kîlometreyî bibin hundir û erdan li başûr bidin wan. Eger kurd vê qebûl nekin, gefên kuştinê li wan dixwin."

"TANKEK TENÊ DIKARE GUNDÊN WAN WÊRAN BIKE"

Zaza balê dikişîne ser rewşa erdnîgarî ya herêmên kurdan li Sûriyeyê û wiha dibêje "Kurd nikarin xwe biparêzin ji ber deverên wan deştî ne. Erê nikarin xwe biparêzin. Tenê yek tank dikare gundên wan wêran bike."

Herwiha siyasetemdar û nivîskarê kurd pirsyara "ma dê biçin bi kû ve" berdewam dike û wiha dibêje: "Nikarin biçin Tirkiyeyê ji ber tirk dê wan nepejirînin. Herwiha îro plana Tirkiyeyê jî heye ku kurdan bibin herêmên hundirîn. Dixwazin wan herêmên sînorî yên Tirkiye û Sûriyeyê ji xelkê vala bikin."

Zaza teqez dike ku kurd di ber xwe didin û çi ji destê wan tê dikin û wiha pê de diçe: "Hikûmeta Şamê ereban tîne gundên kurdan û ji wan re nexweşxane, dibistanan û xaniyan ava dike û çekan li dijî kurdan dide wan. Herwiha wan diajo bi ser kurdan de daku dest deynin ser erdên wan û li wan deran bi cih bibin."

Li ser erebên dê li herêmên kurdan bên bicihkirin, Zaza balê dikişîne ser avakirina bendava ku li ser çemê Firatê tê avakirin û wiha pê de diçe: "Gava ew bendav bê avakirin, bi dehan gundên ereban dê di bin avê de bimînin. Gava ber bi rojhilat ve biçî, gelek gundên kurdan hene û li seranserê çemê Firatê, gundên ereban hene… wan ereban neçar dikin ku biçin ber bi rojhilatê Firatê ve, ew cihên ku gundên kurdan lê hene. Ew kurdan ji wir biqewrînin û dest deynin ser xaniyên wan."

"EREB DITIRSIN KU BIÇIN DEVERÊN KURDAN"

Zaza destnîşan dike ku gundiyên ereb naxwazin biçin û ditirsin û wiha dibêje: Egere rojekê kurdên Tirkiyeyê careke din serî hildin û wek kurdên Iraqê çekên wan çêbibin. Ji ber ev tişt dê rojekê biqewime. Divê çêbibe. Ereb dê çi bikin. Loma ditirsin".

Nivîskarê kurd di axiftina xwe de diyar dike ku dewlet wan neçar dike ku biçin û wiha dibêje: Li gorî agahiyên dawî yên gihiştine destên min, hinek erebên xemerê, ev daxwaz qebûl kiriye û dê li cihên kurdan bi cih bibin."

Zaza derbarê siberoja kurdan li wan herêman de wiha dibêje: "Gelo rewşa kurdan dê li herêmên wan çi be? Welatîtiya sûrî ji wan hatiye stendin. Zarokên wan nikarin biçin dibistanan û li nexweşxaneyan nayên dermankirin. Nikarin bixebitin û xwe bigihînin meqamên dewletê. Jixwe nasnameya wan tine. Lê gava şer li dijî Îsraîlê hebe, kurdan û hejaran dixin nav şerî de û wan dişînin şerê Îsraîlê."

"WIJDANÊ MIRVAHIYÊ VÎ TIŞTÎ QEBÛL NAKE"

Zaza diyar dike ku gundiyên ereb naxwazin biçin lê zor li wan tê kirin daku biçin.

Di dawiya axiftinê de zaza rewşê wek "nemirovî,nerasteqînî, nementiqî û trajîk bi nav dike û wiha dipirse: Gelo dibe rewşeke wiha berdewam bike bê ku wijdanê mirovahiyê serî hilde û bersiva wê bide."

 

Bi heman mijarî:

Şerê li rojavayê Minbicê dijwartir bû
Komek sivîl ji rojavayê Helebê ku di bin kontrola muxalîfan de ye reviyan
Li Rojavayê şekir ji 900 lîreyî daket 550
Asayîşa Rojavayê, Radyoya Amûdê girt
Şahciwana Rûsyayê: Rojavayê xwest, ez îftîrayan li Trump bikim
Rojavayê dest bi sepandina baca dahatê kir
Etîketan:
kembera erebî, ereb, kurd, Nûredîn Zaza, Kurd, Firat, Sûriye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de