09:08 21 Nîsan 2018
    Operasyon - leşkerî - leşkerên tirk- Lice

    Walîtiya Amedê derbarê operasyona li Liceyê de daxuyanî da

    © Foto : Walîtiya Amedê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22

    Piştî ragihandina qedexeya derketina derve ya li navçeya Liceyê leşkerên tirk operasyoneke mizin dabûn destpêkirin. Hate diyarkirin ku balafirên şer û helîkopterên tirk doh êvarê gelek deveran bombebaran kirine û car car dengê çek û teqînan ji wan deveran tên.

    Walitiyê Amedê di derbarê operasyona li navçeya Liceyê ya Amedê de daxuyanî da û eşkere kir ku di emcama şer de 4 endamên HPGê hatine kuştin û gelek çek û erzak jî hatine desteserkirin.

    Operasyona Artêşa tirk ku li navçeya Liceyê dabû destpêkirin dewam dike.
    © Foto : Walîtiya Amedê
    Operasyona Artêşa tirk ku li navçeya Liceyê dabû destpêkirin dewam dike.

    Herwiha ji bo qedexeya li gundan heyeta KCD HDP û DBPê xwest biçên Licê lê leşkeran ji qerekola mermerê şûnde destur neda û şande vegeriya Amedê.

    Operasyona ku hatiye destpêkirin operasyonekê herî mezin û berfireh e. Hate eşkerekirin ku 8 hezar leşker û polês, 16 helikopter û balafirên şer beşdarî operasyonê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Doza qetlîama Liceyê careke dî hat taloqkirin
    Li 6 gundên Liceyê qedexeya derketina derve hate ragihandin
    Polêsan mudexale li meşa ji bo Liceyê kirin
    3 cenazeyên navçeya Liceyê anîtin Amedê
    Li navçeya Liceyê 5 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    şer, qedexe, daxuyanî, operasyon, HPG, Walîtiya Amedê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de