03:22 26 Gulan 2018
DAIŞ

'DAIŞ endamên xwe yên li Mûsilê dikişîne Reqqayê'

© REUTERS /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Çavkaniyeke ji nava bajarê Mûsilê ragihand ku DAIŞê ferman daye endamên xwe yên Mûsilê ku ji bajarî derkevin û biçin bajarê Reqqayê ye.

Li gorî medyaya iraqî li ser zimanê çavkaniyeke ji nava bajarê Mûsilê bê ku navê wî eşkere bike, ferman ji wan milîtanên DAIŞê yên navê "artêşa xîlafetê" li xwe kiriye re hatiye ku bi awayekî lezgîn ji Mûsilê vekişin û biçin bajarê Reqqayê.

Herwiha hinek çavkaniyan destnîşan kir ku ev ferman ji aliyê fermandariyên leşkerî yên Reqqayê ve hatiye dayîn daku hêzên li parêzgeha Nînewayê bi lezgînî derkevin û biçin Reqqayê û hemû baregehên xwe bişewitînin.

Ev bûyer di demeke wiha de pêk tên ku Hêzên Artêşa Iraqê aliyê rojhilatî yên Mûsilê kontrol kiriye û niha operasyonên xwe li aliyê rojavayî berdewam dikin.

Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi piştgiriya hevpeymanê operasyona xwe li ser Reqqayê berdewam dikin ku herî dawî rêya navbera Dêra Zorê û Reqqayê hatibû qutkirin.
 

Bi heman mijarî:

DAIŞ ji El Babê vedikişe
'DAIŞ ber bi îflasa darayî ve diçe'
Senatorê Rûsî: Bêyî Amerîkayê nabe DAIŞ were têkbirin
Rûsyayê li Reqqayê DAIŞ bombebaran kir
‘DAIŞ êrişî başûrê rojavayê Derayê dike'
Parlamentarê Sûrîyê: DAIŞ ji roja roj ve îradeya welatên biyanî bi cî tîne
DAIŞ zarokên Êzidî yên ku direvîne dike xwekuj
Gatilov: DAIŞ rêya dabînkirina ava vexwarinê li ser Helebê dibire
Etîketan:
HSD, DAIŞ, Nînewa, Mûsil, Reqqa, Iraq, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de