23:28 22 Nîsan 2018
    Selman bîn Ebdulezîz

    Êrîşa bombeyî ya li dijî Qralê Erebistanê di kêliya dawiyê de hat astengkirin

    © REUTERS / Yoan Valat
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Polîsên Malezyayê daxuyand ku beriya ku Qralê Erebistana Siûdî Selman Bîn Ebdulezîz el Siûdî serdana Malezyayê bike, 7 kesên ku plan dikirin êrîşê malbata Siûd bikin, hatin girtin.

    Berpirsên polîsên Malezyayê Xalid Ebû Bakar ji bo rojnamegeran daxuyanî da û got, "4 jê welatiyên Yemenê, me bi tevahî 7 kes desteser kirin. Ev kesên ku bi belgeyên sixte ketine welêt û berê jî di nava karûbarên bazirganiya madeyên hişber de cih girtine, plan dikirin ku di dema gera Kuala Lumpurê de êrîşê malbata Ereb bikin. Me di kêliya dawiyê de pêşî li vê êrîşê girt."

    Hat diyarkirin ku 2 kesên ji van 7 kesan, hewil didan ku bi wesayiteke bombebarkirî êrîşê malbata Siûdî bikin. Hat ragihandin ku ev kes di navbera 21 û 26ê Sibata îsal de hatine desteserkirin û hat gotin ku ji van kesan 4 kes ji Yemenê, kesek ji Malezyayê, kesek ji Endonezyayê û yek jî ji Asyaya Dûr e û her wiha tê fikirîn ku ev kes girêdayî DAIŞê bin.

    Qralê Erebistana Siûdî Selman Bîn Ebduleziz el Siûdî di 26ê Sibatê de bi qefîleyeke ji 600 kesan pêk dihat, çûbû bajarê Kuala Lumpur ê paytexta Malezyayê û piştî hevdîtinên xwe yên li vir di çarçoveya geşta xwe ya mehekê ya Asyayê de çûbû Endonezyayê.

    Bi heman mijarî:

    Erebistanê çûna zilamên xwe yên di biniya 40 salî re ji bo Iraqê qedexe kir
    Erebistanê bi awayekî ne fermî berpirsyariya xwe ragihand
    Erebistanê êrişkir: Ji 100an zêdetir mirî û birîndar
    Amerîkayê pêşnûmaya 11ê Îlonê ku Erebistanê bertek nîşan dide erê kir
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Rojnameya Libnanî îdia kir ku leşkerên tirk û Erebistanê li Sûriyayê şer dikin
    Etîketan:
    astengkirin, êrîşa bombeyî, Qralê Erebistana Siûdî, Selman bîn Ebdulezîz, Erebsitana Siûdî, Malezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de