03:19 26 Gulan 2018
Heşdî Şeibî

Fermandarê Heşdî Şeibî: Balafirên hevpeyman piştgiriyê nadin me

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî di çarçoveya operasyona Mûsilê de gelek dever ji destên DAIŞê derxistin. Fermandarê Heşdî Şeibî Elî Ebû Tahir ji Sputnikê re eşkere kir ku li rojavayê Mûsilê bi pêş ve diçin û got, du tax ji DAIŞê stendine lê hevpeymanê piştigriyê nade deverên Heşdî Şeibî lê ye.

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Iraqê hatine bidestxistin, opersyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê bi awayekî gelekî baş bi pêş ve diçe. Artêşa Iraqê meha Berfanbarê rojhilatê Mûsilê ji DAIŞê rizgar kiribû û niha hewl dide rojavayê Mûsilê jî rizgar bike.

Hêzên Hevpeymanê bi xurtî piştgiriyê didê û DAIŞ bi navgînên bombebarkirî û mayinan di ber xwe de dide.

Herwiha Hêzên Zêrîn ên girêdayî Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şeibî yên bi awayekî fermî bi Artêşa Iraqê ve hatine girêdan li eniyên pêşî şer dikin. Ji ber DAIŞ sivîlan wek mertala zindî bi kat îne, Operasyon bi awayekî hesas bi rê ve diçe daku sivîlan rizgar bike. Di pevçûnên îro de jî Artêşa Iraqê avahiyên Qesra Serokkomariyê û Vebiştgeha Hikûmetê rizgar kirine.

Fermandarê Heşdî Şeibî Elî Ebû Tahir bi Sputnikê re derbarê rewşê de axivî.

"HEVPEYMAN TENÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE PÊŞMERGEYAN Û ARTÊŞA IRAQÊ"

Tahirî diyar kir ku di operasyona Mûsilê de bi pêş ve diçin û wiha got: Hêzên Iraqê û hêzên Heşda Şeibî hewl didin aliyê rastê(rojavayê)Mûsilê ji DAIŞê rizgar bikin. Em hevahengî tevdigerin. Me du taxên li dora balafirgehê stendin. Bi giştî me 4 tax stenine. Me taxên Saha Teyran û Partmantarê stendin. Em ê taxên din jî bistînin. Piştî rizgarkirina rojavayê Mûsilê, em ê ji bo rizgarkirina Tileferê jî bidin destpêkirin. Rojavayê Mûsilê gelekî mezin e. 50 tax li rojavayê Mûsilê hene. Ew dever gelekî zehmet e ji ber taxên wê kevin in û kolanên wê teng in. Sivîl koçber dibin. Hinek sivîl jî li cihên xwe dimînin. Alîkarî ji bo sivîlan tê kirin lê gelekî kêm e. DAIŞ di pevçûnan de wendahiyên mezin dide. Herwiha gelek milîtanên DAIŞê desteserkirin.

Fermandarê Heşdî Şeibî Elî Ebû Tahir
© Sputnik / Hikmet Durgun
Fermandarê Heşdî Şeibî Elî Ebû Tahir

Fermandarê Heşdî Şeibî bal kişand ser hindê ku hevpeyman piştigiryê nade deverên Heşdî Şeibî lê ne û wiha pê de çû: Di operasyona Mûsilê de, hêzên hevpeymanê alîkariya me nakin. Balafirên Hevpeymanê piştgiriyê didin deverên ku Pêşmerge û leşkerên iraqê lê ne. Piştgiriyê nade Heşdî Şeibî. Balafirên Artêşa Iraqê piştgiriyê didin me."

HEŞDÎ ŞEIBÎ ÇI YE?

Heşdî Şeibî ya ku ji gelek rêxistinên li dijî DAIŞê şer dikin çêbûye û hejmara şervanên we bûye 120 hezar, tenê ji milîtanên şîî pêk nayê. Kakaî, xiristiyan, sunî û şebek û gelek ol û mezhebên din jî di nav wan de hene.

Komên bi navê Bedir, Esaib El-Heq, Lîwaya Aştiyê(Ya Muqteda El-Sedr), Lîwayên Hizbûllahê, Lîwayên Seyid El-Şuheda, Ketîbeyên Îmam Elî, Hêzên Ebû El-Fadil El-Ebas û Hereketa Hizbûllah El-Nuceba komên sereke yên Heşda Şeibî ne.

Heşdî Şeibî ya ji sala 2014an de li dijî DAIŞê şer dike, li gelek deveran derbeyên giran li DAIŞê xistin û gelek cih ji destên wê derxistin. Herwiha gelek şervanên wan di şerê li dijî DAIŞê de hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûn. Şervanên wan di operasyona Mûsilê de jî li Mûsil û Tileferê jî hene.

 

Bi heman mijarî:

Mihemedê Hecî Mehmûd: Heta Heşdî Şeibî hebe pirsgirêk dê berdewam bikin
Heşdî Şeibî li Xurmatûyê alaya Kurdistanê dadixîne
Lîsteya reş: PKK, YPG, Heşdî Şeibî, Artêşa Azad...
Malikî: Beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona Mûsilê de giring e
'Heşda Şeibî bi topan êrîşî Pêşmergeyên li Rojhilatê Şingalê kir'
Heşda Şeibî, rojane 40 hezar bermîlên petrolê bi qaçaxî derbasî Îranê dike
Heşda Şeibî jî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê dibe
Amerîkayê Heşda Şeibî bombebaran kir
XURMATÛ - DAIŞ çû, Heşda Şeibî hat
Etîketan:
DAIŞ, Artêşa Iraqê, Heşdî Şeibî, Pêşmerge, Elî Ebû Tahir, Iraq, Mûsil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de