01:40 30 Gulan 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû serdana Mûsilê

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1721

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû bajarê Mûsilê û li wir bi fermandarên Artêşa Iraqê re li hev civiyan.

    Di daxuyaniya Serokwezîriya Iraqê de hat diyarkirin ku piştî avahiyên fermî yên li rojavayê Mûsilê hatin rizgarkirin, Serokwezîr Heyder Ebadî çû serdana bajêr.

    Hat ragihandin ku Ebadî li biryargehê operasyon şopandiye û di derbarê geşedanan de ji fermandaran agahî girtine.

    Tê zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro li rojavayê Mûsilê avahiya parêzgarî, meclîsa bajêr, şaredarî, muze û Serkonsolxaneya Tirkiyeyê kontrol kiribûn.

    Ji aliyê din ve çapemeniya herêmî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Ebadî piştî Mûsilê wê derbasî bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê be û hat gotin ku wê li wir di derbarê pirsa bîrên petrolê yên Şîrketa Petrola Bakur a Iraqê de bi rayedarên YNKê re bicive.

    Tê zanîn ku hêzeke kurd di 2yê Adara 2017an de dest danîbû ser bîrên petrole yên Şîrketa Petrola Iraq a Bakur û paşê YNKê diyar kiribû ku ew hêza girêdayî wan bû.

    Bi heman mijarî:

    Arteşa Iraqê avahiya Walîtiya Mûsilê kontrol kir û bi 10an terorîst kuştin
    Fermandarê Brîtanî: Li Mûsilê tenê 1500 çekdarên DAIŞê mane
    Bizavkarên Iraqî: Li Mûsilê felaket diqewime
    Hêzên Iraqê Pira Huriye ya li rojavayê Mûsilê xist bin kontrola xwe
    YNK hêzeke din a Pêşmerge dişîne bîrên petrol a Kerkûkê
    YNK: Hêza ku li Kerkûkê dest danî ser bîrên petrolê girêdayî me ye
    YNK: Bilindkirina ala Kurdistanê dê dewletê bi xwe re bîne
    YNK ji bo diyarkirina nexşerêya xwe civiya
    Etîketan:
    serdan, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Silêmanî, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de