13:09 22 Çile 2018
Zindî
    Jet ya F-16 ya Artêşa Tirk

    Artêşa Tirk: Di operasyonên hewayî de 4 PKKyî hatin kuştin

    © AP Photo/ Anatolia, Kenan Gurbuz
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12

    Artêşa Tirkiyeyê daxuyand ku li navçeya Licê ya bajarê Amedê û li navçeya Dara Hêne ya bajarê Çewlikê operasyonên wan ên li dijî PKKê berdewam dikin û diyar kir ku wan di van operasyonan de 4 endamên PKKê kuştine.

    Artêşa Tirkiyeyê di derbarê operasyonên xwe yên li dijî PKKê de daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ragihand ku li navçeya Licê ya bajarê Amedê û li navçeya Dara Hênê ya bajarê Çewlikê operasyonên wan ên li dijî PKKê berdewam dikin.

    Artêşa Tirk di daxuyaniya xwe de anî ziman ku balafirên şer ên artêşê di operasyonên hewayî de 4 endamên PKKê kuştine û hinek çek û amûrên teqemeniyê hatine bidestxistin. Her wiha hat diyarkirin ku kesek jî bi îdiaya ku alîkariya endamên PKKê kiriye, hatiye desteserkirin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Artêşa Tirk duh daxuyandibû ku wan li derdora navçeya Licê bi 4 tabûr leşker û 17 helîkopteran dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên tirk çeperên PKKê bombebaran kirin
    Xebatkarek sefareta DYAyê, bi tawana endamtiya PKKê hat desteserkirin
    Li Mêrdînê di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket
    Artêşa Tirkiyeyê herêmên ku endamên PKKê lê ne, bombebaran kirin
    Weysî: Em ê hewl bidin bi PKKê re li hev bikin daku Pêşmergeyên roj derbasî Rojava bibin
    Di navbera PKKê û hêzên tirk de şer derket: 2 birîndar
    ‘Barzanî navêkî girîng yê PKKê radestî Tirkiyeyê dike'
    Etîketan:
    PKK, operasyon, Artêşa Tirkiyeyê, Çewlik, Amed, Dara Hênê, Licê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de