10:04 20 Çile 2018
Zindî
    Turîstên rûsî

    Turîzmvanên ku krîza Rûsyayê nû derbas kirin bi polemîka ‘nazi' diltirs in

    © Sputnik/ Evgeny Biyatov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Zedebûna gengeşiya navbera Tirkiye û Almanya ya ‘şibandina nazî' turîzmvanan dilteng dike, lewra turîzmvanan dixwest zirarê sala borî telafi bikin.

    Turîzmvanên tirk hê nû krîza Rûsyayê ji ser xwe avêtibûn û amadehiyên demsala turîzmê dikirin polemîka ‘şibandina nazî' ew dilteng kirin. Piştî teqînên Tirkiyeyê û hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê turîzmvanên tirk zirareke mezin kiribûn. Her çiqas turîzmvan ji bo pêşerojê geşbîn bin jî dozaja rexne ya siyasiyan her diçe zêdetir dibe.

    ‘MERASÎMA VEKIRINA KAMPANYEYA CÎRANÊ XWE JÎ HILDE Û WERE HAT PAŞXISTIN'

    Ji cepheyê Almanyayê daxuyaniya herî tund û diltirs ji Seroka Partiya Çep a Alman Katja Kipping hat. Kipping di daxuyaniya xwe de bang kir ku bila turîst neçin Tirkiyeyê.

    Ji sala 2013an ve welatê ku herî zêde turîst jê têne Tirkiyeyê Almanya ye. Di sala 2015an de nêzîkÎ 5 milyon û 600 hezar turîstên alman serdana Tirkiyeyê kirin. Di sala 2016an de ji ber bûyerên terorî ev reqem 2 milyon daket.

    Bi heman mijarî:

    Di meha rebendanê de turîstên rûsî ku serdana Tirkiyeyê kirin ji sedî 81 zêde bû
    Erdogan: "Hejmara turîstên me derkete 40 milyonî"
    Hejmara turîstên biyanî ku serdana Stenbolê kirin kete binê 16 salên dawî
    Hejmara turîstên rûsî ji sedî 77 kêm bû
    Ji bo sala 2017an pêşbîniya 3 milyon turîstên rûsî tê kirin
    Etîketan:
    Seroka Partiya Çep a Alman, Turîzmvanên tirk diltirs in, Katja Kipping, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de