23:11 21 Gulan 2018
    Artêşa Iraqê

    Arteşa Iraqê avahiya Walîtiya Mûsilê kontrol kir û bi 10an terorîst kuştin

    © AFP 2018 /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat ragihandin ku artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de komelgeha hikûmî kontrol kirin û bi 10an terorîstên DAIŞê kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, hêzên artêşa Iraqê li rojavayê bajarê Mûsilê komelgeha hikûmî kontrol kirine û di operasyonê de bi dehan milîtanên terorîst ên DAIŞê kuştine.

    Herwiha berdevkê Hêzên Bersivdana Bilez a Iraqê Ebdulemîr Eli Mihemeda ragihand ku hêzên wan milîtanên terorîst ê DAIŞê ji komelgehên hikûmî derxistine û ketine nava wê komelgeh û avahiya Walîtiya Mûsilê de.

    Ebdulemîr Eli Mihemedawî ragihand ku ji derengiya şeva derbasbûyî hetanî berê sibeha îro şer di navbera hêzên iraqî û terorîstên DAIŞê de berdewam bûye, lê hêzên iraqî ew komelgeh kontol kirine û bi dehan termên milîtanên DAIŞê li wê herêmê mane.

    Ji aliyê din ve roja duşemê jî Cîgirê Fermandarê Operasyona Mûsilê Ebdulemîr Reşîd Yarellla ragihandibû ku balafirên şer yên Iraqê 20 caran êriş birin ser terorîstên DAIŞê yên li Mûsilê û 2 otomobîl û 2 motorsiklêtên bombekirî jî teqandine.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Brîtanî: Li Mûsilê tenê 1500 çekdarên DAIŞê mane
    Bizavkarên Iraqî: Li Mûsilê felaket diqewime
    Hêzên Iraqê Pira Huriye ya li rojavayê Mûsilê xist bin kontrola xwe
    'Di rojekê de 6 hezar koçberên Mûsilê çûn herêma Kurdistanê'
    'Li rojavayê Mûsilê 929 DAIŞî hatin kuştin û 84 wesayitên wan hatin îmhakirin'
    Etîketan:
    Hêzên Bersivdana Bilez a Iraqê, Operasyona rizgarkirina Mûsilê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ebdulemîr Eli Mihemed, Ebdulemîr Yarellah, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de