04:43 19 Çile 2018
Zindî
    Can Dundar û Erdem Gul

    Rojnamevanê Cumhuriyetê: "Hê jî AKP ji anketan encameke erênî wernegirtiye"

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Nûnerê rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ragihand ku li gorî axaftinên ku li kulîsan tê xeberdan AKP ji encamên anketan pir aciz e.

    Nûnerê rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul got: "40 roj ji referandumê re ma, lê hê jî AKP xebereke erênî ji anketan wernegirtiye. Di nava partiya desthilat de jî ‘AKPeyiyên neîteatkar' û ‘na'yên veşartî hene. Hilbijêrên MHPê yên ‘na' li ber xwe didin û yên CHPê jî hema bêje bi temamî denge ‘na' bi kar tînin."

    ‘MHPÊ DEMA REFERANDUMÊ DIYAR KIR'

    Erdem Gul di berdewamiya nivîsa xwe de got: "AKP yekemîn car di referanduma serokatiyê de dema hilbijartinê diyar nekir. Serokê MHPê Devlet Bahçeli biryara dema referandumê da. AKPê ji bo ku piştgiriya suprîz a MHPê red nekir û dîroka referandumê ji Bahçeli re hişt. AKP hê di destpêkê de bi qelsî dest bi referandumê kir lewma diyarkirina dîrokê ji MHPê re berda. 40 roj ji referanduma 16ê Nîsanê re man û ev qelsî hêdî hêdî xwe di anketan de nîşan dide."

    Bi heman mijarî:

    Can Dundar û Erdem Gul hatin girtin
    Li dijî rojnameya Cumhuriyetê êrişa çekdarî
    Selvi: "Hedefa duyemîn a êrişkarê Reînayê rojnameya Cumhuriyetê bû"
    Nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê yên girtî serî li AYMê dan
    Li dijî Cumhuriyetê operasyon: Gelek nivîskar û rêvebir hatin binçavkirin
    Rojnameya Cumhuriyetê: Fermana Roboskiyê Serfermandar Ozel daye
    Etîketan:
    CHP, MHP, AKP, Nûnerê rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê, Erdem Gul, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de