02:45 19 Çile 2018
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê - Leşerên amerîkî

    Selvi: "Amerîka operasyona Reqqayê wê bi YPGê re bike"

    © AFP 2018/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 51

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de îdîa kir ku Amerîka digel îtîrazên Tirkiyeyê wê operasyona Reqqayê bi YPGê pêk bîne.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di nivîsa xwe ya îro de got: "Amerîka û Rûsya ji bo Tirkiye nekeve bajarê Minbiçê li ser peymanekê li hev kirine. Amerîka ji bo operasyona Reqqayê bi YPGê re plan amade kiriye û wê ji 2 milan operasyon were pêk anîn û dê Iraq jî tevlî operasyonê bibe."

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Ji Minbiçê bo Reqqayê wê ji xeta bakur ve ber bi başûr ve dest bi operasyonê bikin. Li gorî vê operasyon wê bi Heza Taybet a Amerîkayê û bi HSDê ku ji sedî 70yê wê hêza YPGê were destpêkirin. Li gorî planan Hêza Taybet a Amerîka û YPG wê ji Minbiçê destpê bikin. Di operasyona Reqqayê de tita suprîz jî hebûna eniya iraqî ye. Operasyona duyemîn a li hemberî Reqqayê jî xeta Iraqê ji rojhilat ber bi rojava dê were destpêkirin."

    Selvi di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Plana operasyona Reqqa ya Pentagonê hêdî hêdî eşkere dibe. Lê pêşî di serî de hişyar bikim ku eb plan ne plana Amerîka ya dawî ye. Pentagon plana xwe zû eşkere kir ku bikaribe Serok Trump qanih bike."

    Bi heman mijarî:

    Ji Selvi bo Bahçeli: "Ez ji şerefa xwe re peyvan nadim gotin"
    Abdulkadir Selvi ji bo refarandûmê: Bayê dengên 'Erê' paş vegeriya
    Selvi: "Bloka ‘na' di asta herî zêde de ye"
    Selvi: "Di 16ê Nîsanê de em ê herin referandumê"
    Selvi: "Hedefa duyemîn a êrişkarê Reînayê rojnameya Cumhuriyetê bû"
    Etîketan:
    Amerîka opersyona Reqqayê bi YPGê re dike, Nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Abdulkadir Selvi, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de