23:30 22 Nîsan 2018
    Tehran

    Tenê li paytextê Îranê şevê 70 hezar malbat birçî dimîne

    © Sputnik /
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12

    Li gori daxuyaniya Serokê Şaredariya Tehranê her şev derdora 70 hezar malbatên ku qeydiyên wan li dezgehê xêrxwazî tuneye birçî dimînin.

    Şaredarê Tehranê Mihemed Baqir Galîbafê yê paytexta Îranê ragihand ku li Tehranê bêtirî 70 hezar malbatên ku li tu dezgehê civakî qeyda wan tuneye şevên xwe birçî derbas dikin.

    Malpera nûçeyan a Sama Tehran a girêdayî şaredariyê Galîbaf di bernameya vekirina Projeyên Herêma 8emîn a Tehranê da axivî û got: "Li Tehranê bêtirî 70 hezar malbatên ku li tu dezgehê civakî û xêrxwazî qeyda wan tuneye, şevên xwe birçî derbas dikin."

    Galîbaf di axaftina xwe da behsa bandorên negatîf ên kêşeyên civakî kir û got: "Ez qebûl dikim ku em di warê têkoşîna dijî berdan û hişbirê da xebatên bingehîn û bibandor nakin. Ji ber ku li paş van mesele û kêşeyan, xizanî û bêkarî heye."

    Bi heman mijarî:

    Îranê bi awayekî serkeftî ceribandineke moşekên S-300î pêk anî
    6 partiyên kurdan ên Îranê îro dicivin
    Serokomarê Azerbeycanê Aliyev serdana Îranê kir
    Leşkerekî kurd ê artêşa Îranê bi guman hat kuştin
    Ceribandina S-300 a Îranê serkeftî bû
    Etîketan:
    Xizanî li Îranê her diçe belav dibe, Serokê Şaredariya Tehranê, Mihemed Baqir Galîbafê, Tehran, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de