20:34 26 Gulan 2018
Donald Trump tevlî civîna CENTCOMê bû

Pentagon: Ji bo operasyona Reqqayê bijardeya 'baş û bikêr' HSD ye

© REUTERS / Carlos Barria
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 70

Li gor nûçeya Ajansa Anadolê (AA) ku dispêre çavkaniyeke Pentagonê, rayedarên leşkerî yên Amerîkayê ji bo beşdarbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) di operasyona Reqqayê ya ku tê çaverêkirin de, nêrîna xwe ya erênî pêşkeşî Serokê Amerîkayê Donald Trump kirine.

HSD - HSDê
© Sputnik / Hikmet Durgun
Di nûçeyê de tê diyaririn ku Pentagonê ji Trump daxwaza ‘Beşdarbûna Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyona Reqqayê de ku pêşengiya wê hêzên kurd dikin' kiriye.

‘PÊWÎSTIYA GUHERTINA PLANA HEYÎ NÎNE'

Rayedarê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pentagonê wiha axivî ye: "Di dawiya rojê de dê biryarê Koşka Spî bide. Lê belê heta vê kêliyê jî hevkariya me ya bi HSDê û şirîkên me re berdewam dike. Ger rêveberî tiştekî din bixwaze bike, yan jî leşkeran bişîne, ew jî bijardeyek e. Lê niha pêwîstî bi guhertina plana ku berdewam e nîne."

'EM Ê JI BO HER CURE GEFAN ÇEKAN BIDIN WAN'

Li gor AAyê rayedarê Amerîkî diyar kiriye ku ew ê li gor şert û mercan piştgiriya xwe ya bo hêzên binavkirî berdewam bikin û got, ‘We dît ku heta demeke nêzîk jî me li hemberî pûçkirina bombeyên çandî wesayîtên zirxkirî dane wan. Em ê wan li hemberî her cure gefan biçek bikin, lê van navgînan em ê tenê bidin Koalîsyona Erebî ya nav HSDê."

'BIJARDEYA HERÎ BAŞ BERDEWAMKIRINA BI HSD'Ê RE YE'

Di nûçeyê de, rayedarê Amerîkî bi bîr xisitiye ku li ser masê her cure bijarde hene, di nav bijardeyan de ji bo operasyona Reqqayê ‘bijardeya baş û bikêr' berdewamkirina bi HSDê re ye.

 

Bi heman mijarî:

Alîgirên futbolê yên Îranî ji çûna Rûsyayê xwe nadin alî
Ji Yekîtiya Ewropayê pêngava 'Biryargeha Leşkerî'
Fermandarê Brîtanî: Li Mûsilê tenê 1500 çekdarên DAIŞê mane
Reuters: HSD ji Minbicê venakişe
Kremlîn: Bêtehemuliya medya Amerîkî ziyanê dide pêwendiyên her du welatan
Çavuşoglu piştî betalkirina civînê bi Gabriel re pêwendî danî
Ji DYAyê bersiva ceribandina moşekan: Li Koreya Başûr sîstema parastinê bi cî dike
Medvedev beşdarî civîna welatên Avrasya ya Bîşkekê dibe
Etîketan:
Pentagon, sÛRİYE, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de