01:31 23 Hezîran 2018
Ala İsrail û Filistin

Israîlê hemû cuhû ne jimartin

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 105

Li gorî lêkolîna ku li Tel-Avivê hatiye çapkirin, cihû li Izraîl, Kenara Rojava û devera Xezayê ji ereban kêmtirin. Danerê raporê, cîgirê berê yê Encûmana Asayişa Netewî ya Israîlê Chuck Freilich texmîn dike ku piştî zanyariyên wisa wê ji desthilata Izraîlê re zehemet be ku dewleta cuhûyan ava bike.

Wek di belgeyê de tê gotin, jimara cuhûyan li Israîl, Kenarê Rojava ji sedî 59 e. Lê heger nîşteciyên devera Xezzayê bê hesabkirin, wê çaxê jimara ereban ji 50 ji sedî bêtir e. Di heman demê de, li gorî nerîna Chuck Freilich pirsgirêka sereke ne di zêdebûna disbalansê, lê zêdebûna jimara nîşteciyan de ye.

Wek lêkolîner dibêje, "Heta sala 2050 wê li Israîl û Kenara Rojava 18 milyon kes bijin, lê bi devera Xezzayê re wê 21 milyon bijin. Bi vî awayî heta wê demê wê li Kenarê Rojava ji sedî 43 ne cuhû bijin."

Her weha, Chuck Freilich got ku redkirna doza li ser xaka Filistînê wê bihêle ku Israîl wek dewleta cuhûyan bê parastin.

'PIRSGIRÊKÊN DÊMOGRAFÎ DESTHILATA WELÊT DITIRSÎNIN'

Weke siyasetmederê israîlî Avigdor Eskin di hevpeyvîna bi ajansa Sputnik re ragihand, pirsgirêkên dêmografî desthilata welêt natirsînin. Di heman demê de, pirsa derbarê tevjiyana cuhû û ereban bi helwesta filistînyan ve girêdayî ye.

'LÊ PIRS NE DÊMOGRAFÎ YE'

Pispor got ku "Piştî Israîl ji devera Xezzayê derket, rewşa dêmografî li ba me baştir bû. Hîn bêtir, di dema dawîn de, jinên cuhû ji erebên ku li xaka me dijîn zarokan bêtir tînin. Her malbatek ji malbatên me, kêm zêde, 3,4 zarokan tînin. Lê pirs ne dêmografiye. Sedema ku çima hizra du welatan nayê pêkanîn ew e ku filistînî daxwaz dikin ji bo Kenara Rojava yekcar ji nîşteciyên Izraîlê bê paqijkirin û Israîl li gorî nerîna wan divê welatekî du netew be ku bi taybetî ji cuhû û ereb têde dijin."

'DI BIN PERDA NAKOKIYÊN SIYASÎ DE…'

Di bin perda nakokiyên siyasî de, pirsgirêkên eşkere jî tên veşartin û him Israîl û him jî Filistîn herdu dikarin di pêşerojê de rastî van pirsgirêkan bibin.

'ZÊDEBÛNA BILEZ A NIŞTECIYAN GEREK ME HEMÛYAN BÊ ARAM BIKE'

Di rapora Chuck Freilich tê gotin ku "Zêdebûna bilez a nîşteciyan gerek me hemûyan bê aram bike. Zêdebûna nîşteciyan wê bihêle ku pirsgirêkên bêhenek di plankirna bajaran, parastina jîngehê û yên wekî din de peyda bibin`.

Niha, li gorî zanyariyên Nivîsgeha Navendî ya Statîstîkê ya welêt jimara nîşteciyên Felestînê bêtir ji 4,8 milyon mirovî ye. Li gorî zanyariyên fermî, li Izraîlê bêtir ji 8,5 milyon kes dijin, 1,8 milyon ji wan ererbin.

Mamosteyê Zankoya Vekirî Al-Quds li Ramallahê, cîgirê serokê Komela Dostaniya Filistînî-Rûsî Mihemed al-Asaad Eveyvi ne bi nerîna ku cuhû bêtir ji ereban li welêt zarokan tînin re ye.

'JINA EREB ZAROKAN BÊTIR JI YA CUHÛ TÎNE'

Mihemed al-Asaad Eveyvi di hevpeyvîna bi Sputnik re got ku "Jina ereb zarokan bêtir ji ya cuhû tîne. Heger ne ji helwesta desthilata Izraîlê ba, konfilîkta di navbera herdû aliyan de wê hatiba çareserkirin. Avakirna dewletê li ser bingehek netewî yekcar nayê pejirandin."

Pirsgirêka di navbera Filistîn û Israîlê de ji mêj ve domdike û heta niha jî tu-perspektîvên jibo çareseriya vê pirsgirêkê tune ne. Tev wisa jî hemû bingehên qanûnî jibo çareseriya vê pirsgirêkê êdî hatine danîn. Prensîpê sereke yê jibo çareseriya vê pirsgirêkê jî 'du welat jibo du gelan e.' Planeke wisa ji aliyê Encûmana Asayişa Neteweyên Yekgirtî ve hatiye pejirandin û di belgeyên nêvdewletî de jî hatiye isbatkirin.

Bi heman mijarî:

Îsraîlê li Xezzeyê NHB yekê aydî Hamasê xist
Îsraîlê destûr neda heyeta PEyê têkeve Xezzeyê
'Netanyahû amadekariya şerê Xezzeyê dike'
Îsraîlê êrişî Xezzeyê kir: 2 kuştî û 5 birîndar
Li ser sînorê Xezzeyê rageşî: 3 Filistînî birîndar bûn
Etîketan:
israîlî, ereb, Komela Dostaniya Filistînî-Rûsî, Nivîsgeha Navendî ya Statîstîkê, Neteweyên Yekgirtî (NY), Sputnik, Mihemed al-Asaad Eveyvi, Avigdor Eskin, Chuck Freilich, Kenarê Rojava, Xezza, Israîl, Filistîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de