15:47 25 Gulan 2018
PKK

KCK: Pêwîste PDK xwe ji politîkayên dewleta tirk ên li ser Şengal, Rojava û Bakur vekişîne

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 114

KCKê derbarê şerê li Şingalê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir û got ku divê herkes rêveberiya êzidiyan qebûl bike. KCKê herwiha PDKê bi wî tiştî tohmet kir ku li gorî polîtîkayên dewleta tirk tevdigere û daxwaz kir ku xwe ji polîtîkayê vekişîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê şerê li Şingalê yê di navbera YBŞê û Pêşmergeyên Rojava de daxuyaniyek belav kir. KCKê di daxuyaniyê de rewşa derketiye holê weke 'tê wateya şikandina vîna gel û tesfiyekirinê' nirxand û wiha got:

"Civaka êzidî piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an biryar daye kû êdî bi xwe xwe rêve bibe û erka xweparastinê bi xwe bike. Divê rêz ji vê biryarê re bê girtin. Êdî mîna rêveberiya ji beriya 3'yê Tebaxê li ser Şingalê kirin ne exlaqiye, ne wijdan û ne jî demokratîke. Ev hêza ku girêdayî PDKê, tê wateya hêzên tinekirina kêmenetewên di nava netewa Kurd de ne. Em bang dikin ku bi lezgîn dawî li van êrîşan bên û rêz û hurmet ji rêveberî, erka xweparastin û vîna gel binasin dikin. Heta ku vîna civak êzidî neyê naskirin, rêveberiya êzidiyan û hêza erka xweparastinê neyê naskirin, heta rêveberiya azadiya êzidiyan li Şingalê neyê naskirin ne mimkune ku sîstemekî civakî û siyasî bê avkairin. Mafê ti kesê nîne ku li ser Şengalê rêveberiyekî otorîter bide avakirin. Li Şengalê çareseriya siyasî enceq bi naskirina vîna Civaka êzidî û qebûlkirina hêza erka xweparstinê dibe. Civaka êzidî ji derveyî vê qebûlkirina sistema siyasî, kirina wê û statûyê, tê wateya qebûlkirina sîsteam siyasî ya ku bûye sedema ku 73'ê ferman bi serê wan hatiye."

KCKê herwiha ji bo 'êzidî bibin xwedî rêveberiyeke demokratîk' di serî de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), civaka navneteweyî û hemû derderên siyasî kir.

'ÊRÎŞ PIŞTÎ SERDANA BIRÊZ BARZANÎ HAT'

KCKê şerê li Şingalê derketiye bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyê ve girê da û wiha got: "Ev êrîş piştî ku dewleta tirk tim Şingal weke hedef da nîşanda pêk hatiye. Jixwe ev êrîş piştî hevdîtina Birêz Barzanî ya bi Enqreyê û şûnde pêk hatiye. Piştî êrîşa ku li Şingalê pêk hat û şûnde ajansa fermî a dewleta Tirk Anadolû Ajans, anî ziman ku ev êrîş li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyeyê pêk hatiye. Li pişt van êrîşan têkiliyên siyasî hene."

'PÊWÎSTE RÊZÊ JI VÎNA GELÊ ÊZIDÎ BIGRE'

Daxuyaniya KCKê wiha berdewam dike: "PDK divê vê bizane, desthilatdariya AKP û MHPê politîkayên qirkirinê îro li tevayî Kurdistanê belav kirine. Têkiliya bi PDKê re jî tasviyekirina Tevgera Azadiya Kurd ku li dijî vê qirkirinê disekine ye. Di vî alî de pêwîste PDK xwe ji politîkayên dewleta tirk yên li ser Şengal, Rojava û Bakurê Kurdistanê bikêşe. Pêwîste dest ji civaka gelê kurd ya herî mazlûm civaka êzidî berde. Pêwîste rêz ji vîna wan re were girtin."

‘EM DIXWAZIN BI RÊYA HEVDÎTININ PIRSGIRÊK BÊN ÇARESERKIRIN'

KCK bi berdewamî wiha got: "Weke Tevgera Azadiya Kurd, pirsgirêkên di navbera partiyên Kurdan de bi rêya hevdîtinan em dixwazin were çareserkirin. Di demeke ku hevdîtinên bi PDKê re êrîşkirina PDKê li ser Şingalê wê tenê têkiliyên siyasî û bê baweriyê mezintir bike û ti encamek din nayê bidestxistin. Em cardin bibîr dixin ku bi zextan qebûlkirina hinek tiştan, Tevgera Azadiya Kurd gavekê jî şûnde naavêje. Em carek din banga xwe ya ji bo PDKê nû dikin û dibêjin ku pêwîste pirsigirêkan bi Meclîsa Êzidî û Dezgehên Xwerêveberiyê re çareser bike."

 

Bi heman mijarî:

Fermandarê Pêşmerge: Plana rizgarkirina hemû deverên Şingalê amade ye
Fermandarê YBŞê: Pêşmergeyên Roj bi plana Enqereyê hatine Şingalê
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Bila PKKê ji Şingalê derkeve
Gulpî: Şandina Pêşmergeyên Rojava ji bo Şingalê biryareke ne rast e
Berdevkê Pêşmergeyan: Pevçûnên li Şingalê rawestiyane
Etîketan:
êzidî, MHP, AKP, Pêşmergeyên Rojava, Neteweyên Yekbûyî (NY), PDK, YBŞ, KCK, Mesûd Barzanî, Tirkiye, Enqere, Herêma Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Rojava, Şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de