10:31 24 Hezîran 2018
Perestgeha Laleşê

KNK: Divê hemû hêzên Kurdistanê ji bo çareseriyê bixebitin

© Foto: Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 31

KNKê têkildarî şerê ku îro li Şengalê qewimî de daxuyaniyek nivîskî da û bang kir ku hemû hêzên kurdistanî û gelê kurd ji bo çareseriyê tevbigerin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî şerê li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku hemû hêzên kurdistanî ji bo çareseriyê tevbigerin. Di daxuayniyê de hate gotin, "Ev şer û alozî wê bibe sedema lewazkirina şerê li hemberî DAIŞê û hemî dagirkerên Kurdistanê."

Daxuyaniya KNK'ê ya têkildarî êrîşa bi ser Şengalê de wiha ye:

‘Ev rewş dijî dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye'

"Duh hinek hêzên girêdayî PDKê çûne herêma Şengalê û xwestin bikevîn bajorêkê Xanesor ê. Li ser vê yekê alozî derketin û vê sibehê jî di navbera wan hêzan û hêzên YBŞ ê da şer dest pê kir. Çi sedem û mecbûrîyetên berbiçav tunebûn ku di vê demê de ev bûyer rûbidin. Ev bûyer piştî serdana Birêz Mesut Barzanî ya Enqerê çêbûn û ev jî gumanan tîne holê. Em û reya giştî ya Kurdistanê bi vê rewşê dilgiranin û xemgînin. Ev rewş dijî berjewendîyên gelê Kurdistanê ye û em vê rewşê qebûl nakin. Xanasor û derdorên wê herêmên gelê me yên Êzidî ne. Ji karesata Şingalê û heta niha birînên vî gelî nehatine dermankirin. Piranîyan wan heta niha jî venegerîne ser axa xwe. Ev şer û alozî wê bibe sebebê karasetakê û koçberîyeke dî. Ev rewş dikari bibe bingeha şerekî birakujî ku me weke gel gelek êş û azar ji şerên birakujî dîtine. Ev şer û alozî wê bibe sedema lewazkirina şerê li hemberî DAIŞê û hemî dagirkerên Kurdistanê.
Ev rewş yekîtîya gelê me têk dibe û tenê dilê dijminan xweş dike. Pêwîste di zûtirîn demê de ev şer û alozî bê rawestandin û hemî nakokî bi riyên diyalogê bêne çareserkirin."

KNKê ev bang kir:

"1- Pêwîste demildest şer bê rawestan.
2. Hemî hêzên çekdar bizivîrin baregehên xwe yên pêşiya 01.03.2017an.
3. Jibo çareserkirina nakokîyan diyalog bê destpêkirin. Herwiha em bang li hemî partî, hêzên Kurdistanî û gelê Kurdistanê dikin û dibêjin herkes ji alê xwe ve jibo çareserîya vê nakokîyê hewl bidin û bikevin nava tevgerê."

Bi heman mijarî:

YBŞ û YJŞ daxuyaniyeke hevbeş weşand
Osman Baydemir: Na Ji Birakujiyê re
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Bila PKKê ji Şingalê derkeve
PDK-Bakur, PAK û PSK: Bila birakujî were rawestandin
Etîketan:
yekitiya hêzên kurdî, knk, şingal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de