15:50 19 Hezîran 2018
Mustafa ozçelik-mesut tek-sertaç bucak

PAK, PDK-Bakur û PSK wê referandûmê boykot bikin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 30

PAK, PDK-Bakur û PSKê di derbarê referandumê de helwestek hevpar nişandan û ragihandin ku dê referandumê boykot bikin.

PAK, PDK-Bakur û PSKê di derbarê referandumê da helwestek hevpar nişandan û ragihandin ku wê referandumê boykot bikin.

Nûner û revebirên her sê partîyan li hola Cemiyeta Rojnamegerên Bakurê Rojhilat (GGC) cîvina çapemeniyê pêk anîn û sedemen xwe yê boykotê aşkere kirin. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik serî de axivî û anî ziman ku dê her sê partî referandumê boykot bikin û xwest ku li hemberî vê biryara wan rêz bê girtin.

Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak û Serokê PSKê Mesut Tek jî sedemên boykotê anîn ziman. Her wiha di daxuyanîya hevpar ya her sê partiyan de ev sedem bi awayekî berfireh hate ragihandin.

‘EM QANÛNEKE BINGEHÎN YA KU WÊ AZADIYA KURDISTANÊ BÎNE DİXWAZİN'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tercîha me net e, em qanûneke bingehîn ya ku dê azadiya Kurdistanê bîne dixwazin. Em dibêjin qanûneke bingehîn ya sîstemeke demokratîk û  federal. Di vê çarçeoveyê de em partiyên ku li jêr navê wan hene, referandûma di 16ê Nîsana 2017an da dê li dar bikeve protesto dikin û  em bangî gelê xwe dikin ku neçin ser sindoqan."

Bi heman mijarî:

PDK-Î: Em şerê kurd li dijî kurd şermezar dikin
PDK li Parlamentoya Kurdistanê çû serdana Goran, YNK û Yekgirtûyê
Balyoza Niyetên Pak êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
PAK li Parîsê çû serdana PDK-Îyê
PAK: Dewlet kurdan ji xwe re dike hedef
Etîketan:
dengdayîn, boykotkirina referanduma, sertaç bucak, mustafa ozçelik, mesut tek, amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de