23:55 22 Sibat 2018
Zindî
    Palmîra

    Dîmenên ewil ên Palmiraya ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 31

    Spûtnîk dîmenên ewil ên bajarê Palmîra ku bi piştgiriya Hêzên Hewayî û Fezayî yên Rûsyayê ji aliyê artêşa Sûriyê ve ji destê DAIŞê hat rizgarkirin belav dike.

    Li gor zanyariyên peyamnêrê Spûtnîkê DAIŞê li dema revê li ser rê û nav avahiyan mayîn bi cî kirin û heta ji wan hat hewil dan zirarê bidin bermayiyên bajarê qedîm ên Palmirayê.

    Peyamnêrê Spûtnîkê got, niha artêşa Sûriyê vekolînên xwe didomîne li bajêr û hewil dide mayînan paqij bike.

    Di wêneyan de xuya dibe ku beşek ji şanogeha amfî ya Palmîrayê rûxiyaye.

    DAIŞê ji bo Palmiraya qedîm xera bike çi ji destê wê hat kir
    © Sputnik/
    DAIŞê ji bo Palmiraya qedîm xera bike çi ji destê wê hat kir

    Herwiha li hin deverên bajêr kabloyên kişandî hatin tesbîtkirin ku terorîstan dixwest beriya birevin bajêr bi tevahî biteqînin ku pê re negihîştine.

    Artêşa Sûriyê bergiriyên ketina nav Palmîrayê qewîn kir û yekîneyên leşkerî yên taybet jî li çoltera bakurê bajêr şerê tunekirina terorîstan didomînin. Car caran dengê top û çekan ji bajêr hîn tê.

    Derket holê ku DAIŞ berî bireve li gelek deverên Palmirayê kablo kişandine
    © Sputnik/
    Derket holê ku DAIŞ berî bireve li gelek deverên Palmirayê kablo kişandine

    Dîmenên Keleha Palmîrayê di televizyona Russia Today de hatibûn weşandin.

    Bi heman mijarî:

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Me êrîşeke milîtanên ku Tirkiye piştgiriya wan dike şikand
    Ji Rûsyayê li ser daxwaza Erdogan a hevkariya dijî DAIŞê daxuyanî
    'Hêzeke din a Pêşmergeyên Roj gihîşt sînorê Rojava'
    Li 4 bajarên Tirkiyê 20 kes ji DAIŞê hatin binçavkirin
    Kalin: Biryara Almanyayê skandal e
    Misrê rexne li biryara vetokirî ya NYyê girt
    YE: Peymana koçberan ya bi Tirkiyeyê re encam dide
    Etîketan:
    Derket holê ku DAIŞ berî bireve li gelek deverên Palmirayê kablo kişandine, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de