01:54 25 Hezîran 2018
Yemen piştî êrîşên hewayî

DYA li Yemenê li dijî El Qaîdeyê operasyonek li dar xist

© REUTERS / Khaled Abdullah
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 42

DYA li Yemenê li dijî El Qaîdeyê operasyonek hewayê pêk anî û di encamê de serkirdeyekî El Qaîdeyê hate kuştin.

El Qaîdeyê daxuyand ku fermandarek wan ji ber êrişa DYAyê miriye. Bi fermana Serokê DYAyê Donald Trump di 29ê Rêbendanê de, qomandoyên amerîkî li parêzgeha Al Baydayê operasyonek li dar xistibûn. Di encama operasyonê de 3 leşkerên amerîkî hatibûn kuştin û 3 ji wan jî birîndar bûbûn.

Di operasyonê de li gel 14 endamên El Qaîdeyê, gelek sivîl jî hatin kuştin. Di nava sivîlên ku ji ber operasyonê jiyana xwe ji dest dan de keça 8 salî ya Enwer el Ewlakî ya ji serkirdeyê El Qaîdeyê jî hebû. Kurê el Ewlakî Abdurrahman (16) jî di sala 2011an de dîsa di encama operasyonek DYAyê ve hatibû kuştin.

Her çi qas operasyon ji aliyê Qesra Spî ve wekî serkeftî bê binavkirin jî, ji ber kuştina jin û zarokan ya di dema operasyonê de, gelek bertek hate dayîn.

Bi heman mijarî:

Ji Yemenê roket avêtin Erebîstana Siûdî: 4 Pakîstanî birîndar bûn
Erebîstana Siûdî li Yemenê cenazeyek hedef girt: 8 kuştî
Serokê El Qaîdeya Yemenê ji bo Trump: Dînê nû yê Koşka Spî
Li Yemenê emîrê El Qaîdeyê Ammar Kaid hat kuştin
Etîketan:
el qaîde, kuştina sivîlan, êrişên dyayê, yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de