03:04 20 Hezîran 2018
Xezze

Artêşa Îsraîlê dîsa li Xezzeyê xist

© Sputnik / Nazar Alian
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Artêşa Îsraîlê ya ku îdia kir li ser sînor li hemberî wesayita wan a leşkerî gule hatiye barandin, li Xezzeyê du nuqteyên ayidê Hamasê kir hedef.

Artêşa Îsraîlê ya ku îdia kir li ser sînor li hemberî wesayita wan a leşkerî gule hatiye barandin, li bakurê Xezzeyê du nuqteyên ayidê Hamasê yên li bajarê Beyt Lahiyeyê bombebaran kirin.

Di daxuyaniya niviskî ya artêşa Îsraîlê de ev tişt hatin gotin, "Li bakurê Xezzeyê li dijî wesayita leşkerî ya xebatên ewlehiyê yên rojane dimeşandin, gule hat reşandin. Li hemberî vê yekê du nuqteyên leşkerî yên ayidê Hamasê yên li bakurê Xezzeyê bi êrîşên hewayî û topbaranan hedef hatin girtin."

​Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bûyerê mirî û birîndar tune ne.

Ji aliyê Filistînê ve di derbarê bûyerê de heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn. Li gorî agahiyên şi şahidên bûyerê hatine girtin, di êrîşê de birceke çavdêriyê ya ayidê Hamasê bi temamî xera bû.

Artêşa Îsraîlê roja duşemê jî li Beyt Lahiyayê xistibû. Rokêtên ku ji Xezzeya di bin kontrola Hamasê de hatibûn avêtin, li Negeva Rojava ya li başûrê Îsraîlê ketibûn û paşê artêşa Îsraîlê 5 nuqteyên ayidê Hamasê yên li Şirîta Xezzeyê bombebaran kiribûn.

 

Bi heman mijarî:

Îsraîlê li dijî avêtina moşekan li Xezzeyê xist: 4 birîndar
Îsraîlê li Xezzeyê NHB yekê aydî Hamasê xist
Îsraîlê destûr neda heyeta PEyê têkeve Xezzeyê
'Netanyahû amadekariya şerê Xezzeyê dike'
Îsraîlê êrişî Xezzeyê kir: 2 kuştî û 5 birîndar
Li ser sînorê Xezzeyê rageşî: 3 Filistînî birîndar bûn
Etîketan:
bombebarankirin, Artêşa Îsraîlê, Îsraîl, Xezze
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de