02:12 18 Sibat 2018
Zindî
    Kampanyaya HDPê ya NA yê.

    HDP bi 6 zimanan dê bibêje “Na”

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 24

    HDP li Amed, Îzmir û Stenbolê kampanyaya “Na” ya referandûmê bi civinên mezin da nasîn û destpêka xebebatên referandumê da. Hevseroka KCDê Leyla Guven got “16ê Nîsanê fersend e ji bo em bibêjin em dikarin dawiya feraseta yekperestiyê ya AKP' bînin. Jin di hemû qadên jiyanê de hene û dê hebin jî. Em ê di 16ê Nîsanê de ji AKPê re bibêjin, oxir be.”

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amed, Îzmir û Stenbolê kampanyaya "Na" ya referandûmê bi civinên mezin da nasîn û destpêka xebatên referandumê da. Li Amedê HDP, DBP û KCDê kampanyaya referandumê ya "Na" yê bi diruşmeyen "Tenê NA Be" û "Na em ê hemû bi ser bikevin" li Salona Konferansê ya Kaplan City civîna danasînê li darxist. Li salona civînê pankart û dovîzên "Cizîr ji bîr nabe", "Na em ê aştiyê bi ser bixin" û "Na em bêhiqûqiyê rawestinînin" û "Ma bibime yew tena nêbeno", "Berxwedan jiyane bi tenê nabe", "Na em ê zilmê rawestînin", "Em ê cinayetên jinan rawestînin" û "Na dê azadî bi ser bike" daliqandin. Li hemû kursiyan lopîpanên "Na"yê bi 6 zimanan hatin danîn.

    BI 6 ZIMANAN "NA"

    Di ketina salonê de bi kurdî "Tenê NA be" hat nivîsandin. Xebatên referandûmê dê bi slogana "Tenê NA be" bi 6 ziman û raveyên tirkî, kurdî (Kirmancî û Kirmanckî), ermenî, Suryanî, Erebî bimeşînin. Ji bo xebatên referandûmê ya HDPê gelek hunermendan stran amade kirin, ji stranên hilbijartinê strana Seyda Perînçek a bi Sara re dibêje ya "NA" dê di 16ê Nîsanê de li her derê bê strandin.

    Kampanyaya HDPê ya NA yê.
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Kampanyaya HDPê ya NA yê.

    DI SALONÊ DE CIH NEMA

    Beriya civînê bi hezaran welatî salon tijî kirin û gelek welatî jî ji derve dişopînin. Hevseroka KCDê Leyla Guven, parlamenterê berê ya DEPê Selîm Sadak, parlamenterên HDPê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên MYK ên HDP û DBPê, hevşaredarên ji peywir hatin bidûrxistin, nûnerên partiyên kurdistanî, rêxistina ESPê ya Amedê, nûnêrên rêxistinên sivîl ên civakî jî tev li civînê bûn. Li salonê tişta ku bal kişand yek jî beşdarbûna xurt a Meclisa Dayikên Aştiyê, rûspî, endamên Kongreya Îsalam Demokratîk û gelek nûnerên baweriyan û neteyewan bû. Bername bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma "Şehîd namirin" hat berzikirin.

    Kampanyaya HDPê ya NA yê.
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Kampanyaya HDPê ya NA yê.

    NAVEN PARLAMENTERÊN GIRTÎ HAT XWENDİN

    Danasîna kampanyaya HDPê ya "Na"yê li Stenbol û Îzmîrê bi awayeke hemwext û bi weşana zindî dest pê kir. Hevseroka KCDê Leyla Guven axivî û got ku di rojên dîrokî re derbas dibin û wiha axivî: "Îro divê li salonê hevalên me yên girtî li vir bûna. Lê ji aliyê dewleta faşîst ve hatin dîlgirtin. Bi fîzîkî ne bi me re bin jî bi ruh bi me re ne."
    Herwiha Guvenê silav li parlamenterên girtî kirin û navên wan yek bi yek gotin û beşdarên salonê jî bersiva "Li vir e" da.

    'JI BO GELAN BIHAR DÊ AZADIYÊ BÎNE'

    Guvenê wiha berdewam kir: "Meha Adarê ji bo gelê kurd meheke girîng e. em 8ê Adarê û 21ê Adarê bi hev re pîroz dikin û têkoşîna hevrê Sema Yuceyê silav dikin. Çawa li dijî zilma Dehaq têkoşîn hat dayîn em ê jî vê têkoşînê bidomînin. Heta niha me wekî Kawa zilm qebûl nekir, em ê ji niha û şunde jî qebûl nekin. An jiyaneke azad an jiyaneke azad. Divê em li dijî zilmê xebatên xwe xurtir bikin. Ev ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bihar dê bibe bihara azadiyê. Kulîlkên nergizê dê bi xwe re azadiyê bînin. Em mecbûrî polîtîkayên AKPê nînin. AKPya ku 15 sal in bûye bela serê gelan, em dikarin wê bişînin ev pêkan e. Tecrubeye me ya 7ê Hezîranê heye. Em bi nîqaşên benda hilbijartinê re rû bi rû man. Gelan dest dane hev û bend bi serê wan de kir. Em bi hev re bi ser ketin. Di referandûmê de şertên 'Na'yê xurt in."

    Kampanya ya HDPê ya NA yê.
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Kampanya ya HDPê ya NA yê.

    ‘EM Ê DI 16Ê NÎSANÊ DE JI AKPÊ RE BIBÊJIN ‘OXIR BE'

    Guven wiha axifî: "Yek ji pirsgirêka girîng a Tirkiyeyê jî pirsgirêka jinan e. Di dema AKPê de cînayetên jinan ji sedî hezar û 400 zêde bû. Heta zimandirêjî kirin li awayê jin pê cil û bergan li xwe dikin. Em dibêjin 16ê Nîsanê fersend e ji dibêjin em dikarin dawiya feraseta yekperestiyê ya AKPê bînin. Jin di hemû qadên jiyanê de hene dê hebin jî. Em ê di 16ê Nîsanê de ji AKPê re bibêjin oxir be. Bi hedan sedem hene ku jinên kurd bibêjin "Na". Em ê ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan ê ku jin ji nû v afirandin re bibêjin "Na". Em ê ji dayika Taybet a li Cizîrê, ji bo bebeka Mîray ji bo Haci Lokman Birlik bibêjin Na".

    ERDOGMUŞ: DI 16Ê NÎSANÊ DA HEMÛ CÎHAN DÊ ŞAHIDA VEJÎNÊ BE

    Du Guven re Parlamenterê HDP Nimetullah Erdogmuş axifî û ev tişt anî ziman: "Li hember daxwaza azadiyê dara darazê wehd kirin. Em ji hikûmetê dipirsin, hûn bi darvekirinê çi hêvi dikin? Em ji Amedê bang dikin, em weke gele Amedê li Qada bidarvekirina Şêx Seid ya Deriyê Çiyê vir ve em ji darê darazê û darvekirinê qet natirsin. Ji ciwanan re dibêjin ‘Em ê we bi parlamenter kin.' Qey hûn nizanin ku ew ên porê wan berîya temenê wan spî dibe çawa evindarê azadiyê ne qey we hêj fêm nekiriye? Hûn ê ji denge jinan ‘na' bibîhisin. Di 16ê Nisanê da ne tene Tirkiye hemû cîhan dê bi şahidê vejinê be."

     

     

    Bi heman mijarî:

    HDP amadehiya referandûmê dike
    HDP: Em ê biryara xwe hefteya pêş aşkere bikin
    HDP: Rejîm biguhere dê xeta polîtîkaya navnetewî jî biguhere
    HDP: Gel çawa bixwaze wê wisa bibe
    HDP: 'Plana Byê ketina partiya me ye'
    HDP: Di doza Tahir Elçi de ti pêşketin çênebû
    HDP ligel partiyên Herêma Kurdistanê civiya
    AKP û HDP li parlemanê pev çûn
    Etîketan:
    ESP, DBP, MYK, HDP, Leyla Guven, Stenbol, Îzmîr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de