11:07 23 Hezîran 2018
msd

MSD: Em di avakirina Sûriyeke federal de bi israr in

© REUTERS / Rodi Said
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 41

MSDê êrişên dewleta tirk ên li ser Minbicê bi tundî şermezar kir û got ku ew di avakirina Sûriyeke federal de bi isar in wê nehêlin ku ti alî bandorê li ser vê biryara wan bike.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê êrişa Tirkiyeyê ya bi ser herêmên ku ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatine rizgarkirin, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de te gotin ku ‘di heman dema ku danûstandinên Cinêvê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêk tên de, Dewleta Tirkiyê bi hevkariya hin koman êrişî Sûriyeyê dike ku herî dawî êrişî El Babê kir.'

Di daxuyaniyê de tê amajekirin ku êrişa Tirkiyeyê zerarê li herêmên Efrînê dike û bi lêkirina dîwaran jî zirarê dide zeviyên gelê li ser sînor.

‘SIVÎL JI BER ÊRIŞAN KOÇBER DIBIN'

Herwiha tê amajekirin ku Tirkiye êrişî ser gundên girêdayî bajarê Minbicê yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin dikin ku ji ber van êrişan û terora DAIŞê neçarî koçberiyê dimînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiye bi awayekî eşkere êrişî ser Sûriyeyê dike û êrişên Tirkiyeyê bi tundî hatin şermezarkirin.

Herwiha bang li rêxistinên alîkariyê ên navdewletî hate kirin da ku ew erka xwe mirovî li beramberî bi hezarên koçberên hatine Minbicê pêk bînin.

‘EM DI AVAKIRINA SÛRIYEKE FEDRAL BI ISRAR IN'

Di dawiya daxuyaniyê de hat amajekirin ku wê destûrê nedin ku ti hêzên dijber derbasî herêmên rizgarbûyî bibin û wê li hember êrişan li ber xwe bidin. Herwiha hat diyarkirin ku  MSD di avakirina Sûriyeke federal de bi israr e û wê nehêlin aliyên derve bandorê li ser biryara wan bike.

Bi heman mijarî:

Desteya Siyasî û Serokatî ya MSDê hatin avakirin
Hevserokên MSDê hatin hilbijartin
MSDê operasyona Cerablûsê şermezar kir û bang li hêzên navnetewî kir
MSDê êrişa Qamişloyê şermezar kir
MSDê ji Rûsyayê û NYyê xwest ku alîkariyê bidin koçberên Helebê
Etîketan:
koçber, daxuyaniya nivîskî, êrişên tirkiyeyê, şerê li dijî daişê, msd, efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de