15:41 24 Hezîran 2018
Erdhej

Li Semsûrê li dû hev erdhej pêk hat

© AFP 2018 / PEDRO PARDO
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Li gorî zanyariyên pêşîn ên ji Rasatxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçiyê hatin girtin li navçeya Samsatê ya bajarê Semsûrê bi mezinahiya 5.8an erdhejek pêk hat. Li ser medyaya civakî hat gotin ku ew erdhej li bajarên wekî Dîlok, Kilîs, Riha û Êlihê jî bi awayekî tund hat hîskirin.

Serokatiya Rêveberiya Afet û Rewşa Lezgîn a Serokwezîriyê (AFAD) li ser malpera xwe ya înternetê diyar kir ku îro di saet 14.07an de li navçeya Samsatê ya Semsûrê bi mezinahiya 5.5an erdhejek pêk hat. Hat diyarkirin ku erdhej 11 kîlo û 300 mitroyan di binê erdê de pêk hat.

Her wiha hat destnîşankirin ku li heman herêmê bi mezinahiya 4an li dû hev 2 carên din jî erdhej pêk hatiye. Piştî erdheja pêşiyê di saet 14.16an de bi mezinahiya 4.2yan erdhejek din û piştî wê jî bi mezinahiya 4.4an erdheja sêyemîn pêk hat.

WENDAHIYA CAN TUNE YE, HINEK AVAHÎ BI SIVIKAYÎ RASTÎ ZIYANÊ HATIN

Şaredarê Semsûrê Husrev Kutlu di derbarê erdhejê de got, "Li gorî agahiyên pêşîn wendahiya can tune ye. Hinek avahî bi sivikayî rastî zirarê hatine. Me bergiriyên pêwît girtin." Wendahiya can û zirardîtin ji aliyê AFADê ve tê lêkolînkirin.

Hêzên ewlehiyê li hemberî erdhejên li dû hev hişyariyê didin gel, da ku nekev,n mal û kargehên xwe.

 

Bi heman mijarî:

Li Çanakkaleyê bi dijwariya 4.9 erdhej
Li Deryaya Egeyê erdhej
Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.5 erdhej
Li Çanakkaleyê erdhej
Li Filipînê bi dijwariya 6.5 erdhej: 15 mirî û 90 birîndar
Li Agiriyê erdhej pêk hat
Etîketan:
erdhej, Daîreya Erdhej a Serokatiya Rêvebiriya Reşa Lezgîn û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD), Rasatxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçiyê, Samsat, Semsûr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de