18:20 25 Sibat 2018
Zindî
    el bab-el babê

    Hêzên kurdî dê derdora El Babê radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 52

    Hêzên kurdî li bakurê Sûriyeyê, di çarçvoeya rêkeftinekê li gel Rûsyayê, hat ragihandin ku gundên li rojhilatê El Babê dê radestî hikûmeta Sûriyeyê bikin. Rayedarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hidar Minbic ragihand ku rojavayê Minbicê dê radestî Artêşa Sûriyeyê bikin.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ASA û HSDê hatine bidestxistin, ew deverên rojavayê Minbicê, (rojhilatê El Babê) dê radestî Artêşa Sûriyeyê bikin.

    Artêşa Tirkiyeyê û ASA dê tenê li bakurê Minbicê, li herêma Sacûrê bin. Herêma Sacûr dê wek sînor were pejirandin.

    Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de wiha hat gotin:

    JI BO BÊWATEKIRINA PLANÊN DAGIRKERIYÊ, EM RADEST DIKIN"

    Ji bo parastina sivîlan ji bandorên neyênî yên şerî, ji bo dabînkirina ewlekariya Minbicê û bêwatekirina planên dagirkirinê yên Tirkiyeyê ji erdên Sûriyeyê re, parastina hemû gelên li ser erdên Sûriyeyê dijîn, armanca me ye. Ji bo pêkanîna vê armancê em wek Meclisa Leşkerî ya Minbicê  wan gundên navbera me û çeteyên girêdayî Artêşa Tirkiyeyê li gorî rêkeftina navbera me û Rûsyayê radestî Artêşa Sûriyeyê dikin."

    "HÎN NE DIYAR E BÊ KÎJAN GUND DÊ WERIN RADESTKIRIN"

    Herwiha  rayedarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hedar Minbic ji Spûtnîkê re ragihand, "Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo rêgirtina li ber pevçûnan û ji bo rewşa sivîlan xerabtir nebe, rojavayê Minbicê radestî Artêşa Sûriyeyê kir. Ev dever di nav sînorên El babê de ye û girêdayî Artêşa Sûriyeyê ne. Hîn ne diyar e bê kîjan gund dê werin radestkirin. Hîn ne diyar e bê ASA û leşkerên tirk dê li kû bimînin."

    Li gorî Reutersê, li wan gundên dê werin radestkirin, şer di navbera komên girêdayî Tirkiyeyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê de li wan derdiket û bûbû xeta cudabûna di navbera herdû hêzan de.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Eger Moskow bixwaze, em dikarin operasyona Reqqayê bi DYA û Rûsyayê re bikin
    HSDê li Reqqayê 3 gundên din kontrol kir
    HSD: Ji bilî hêzên me ti kes beşdarî operasyona Reqqayê nabin
    HSDê li Reqqayê 4 gundên din rizgar kirin
    Ji Amerîka bo Enqereyê pêşniyar: "Bi YPGê re operasyona Reqqayê bikin"
    Li Reqqayê 2 gundên din ji destê DAIŞê hat derxistin
    Etîketan:
    HSD, ASA, SÛriye, Sûriye, Rûsya, El Bab, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de