03:36 19 Hezîran 2018
Bîrên petrolê

Hêzeke kurdî dest danî ser îstasyoneke Şirketa Petrola Bakur a Iraqî

© AFP 2018 / YOUSSEF KARWASHAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 03

Hêzeke çekdar dest danî ser îstasyona pompeyan a Şirketa Petrola Bakur a Iraqê ya li nêzîkî Kerkûkê û di encamê de şandina petrolê rawestiya.

Hêzeke leşkerî kurdî li parêzgeha Kerkûkê girt ser Şirketa Petrola Bakur a Iraqî û Wezareta Petrolê ya Iraqê jî dibêje, haya wan ji çûna wê hêza leşkerî tine.

Li gorî Rûdawê, hêza kurdî beşa AT1ê zeft kiriye ku petrola Herêma Kurdistanê bi xeta boriyan ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê tê re tê şandin.

Kurdistan 24ê ragihand ku hêzeke girêdayî YNKê çend zeviyên petrolê li Kerkûkê kontrol kirine. Lê li gorî Rûdawê, berdevkê ewlekariyê yê YNKê li Kerkûkê Simko Mehmûd diyar kiriye ku haya wî ji bûyerê tine.

Rûdawê ragihand ku Serokê Lijneya Petrol, Gaz û Enerjî û Pîşesaziyê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed El Eskerî nûçe piştrast kir lê diyar kir ku haya wan ji hûrigliyan bûyerê tine ne.

Berdevkê Wezareta Asim Cihad jî teqez kir ku haya wan ji ti hêzê tine bê kîjan hêz ketiye wê îstasyonê.

XEBATA ÎSTASYONÊ RAWESTIYA

Hêjayî gotinê ye ku piştî bûyer, hemû kar û xebatên li îstasyonê rawestiyane.

Ev bûyer di demeke wiha de tê ku Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm serdana DYAyê dike.

Ji aliyê din ve, di serdana dawî ya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de, herdû aliyan li hev kiribû ku petrolê di rêya boriyên Herêma Kurdistanê re biçînin û dahatan nêvî bi nêvî par bikin.

Bi heman mijarî:

Li ser rêya navbera Kerkûk û Bexdayê teqîn
Barzanî: Kerkûk ticarî dê nebe bingeheke terorîstan
Serokê Kurdistanê: "Bila hemû gelê kurd piştrast be, dê Kerkûk were parastin"
Muqteda Sadr gef xwar: Kerkûk bi Kurdistanê ve nayê gir​ê​dan
Rêxistina terorîst li Kerkûk û Mûsilê 22 kes îdam kirin
Etîketan:
Şirketa Petrola Bakur a Iraqî, YNK, Ehmed El Eskerî, Necmedîn Kerîm, Asim Cihad, Kerkûk, Iraq, Kurdistan, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de