23:56 22 Sibat 2018
Zindî
    Eitan Naeh

    Balyozê Îsraîlê: "Divê hecma bazirganî di nava Enqere û Telavîvê de duqat bibe"

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Îsraîl yê li Enqereyê Eitan Naeh ragihand divê hecma bazirganî ya navbera Tirkiye û Îsraîlê di çend salên pêşiya me de duqat bibe û bigihîje 8 milyar dolaran.

    Balyozê Îsraîl yê li Enqereyê Eitan Naeh li Enqereyê bi nûçegihanên dîplomasiyê re civînek li dar xist û derbarê tekiliyên bazirganî yên navbera Tirkiye û Îsraîlê de hinek nirxandin kirin.

    Eitan Naeh di axaftina xwe de got: "Di demeke nêzîk de dê Wezîrê Bazirganî yê Îsraîlê serdana Tirkiyeyê bike. Em dikarin di nava çend salên pêşiya me de hecma bazirganiya xwe duqat bikin û vê reqemê derxînin 8 milyar dolaran. Potansiyela duqatkirina hecma bazirganî di navbera herdu welatan de heye û divê bibe jî.

    DIBE HETANÎ SALA 2021Ê XAZA ÎSRAÎLÊ BIGIHÎJE TIRKIYEYÊ

    Herwiha Naeh di mijara çareseriya pirsgirêka Qibrisê de jî ragihand ku çareserî wê bandoreke erênî li hevkariya enerjî ya tirkiye û Îsraîlê bike.

    Ji aliyê din ve berpirsekî îsraîlî di axaftina xwe de got: "Em hedef dikin ku hetanî mehên havînê di mijara xaza siruştî de peyman di navbera Tirkiye û Îsraîlê de were îmzekirin. Heke peyman were îmzekirin di nava salek û nîvê de wê xeta borî raxistinê biqede û xaza pêşî di sala 2021ê de wê bigihîje Tirkiyeyê."

    Bi heman mijarî:

    Serokê berê yê îstixbarata Îsraîlê: Rûsya û Tirkiye nahêlin li Qerebaxê şer biqewime
    Rêxistina Efûyê: Sizaya ku Îsraîlê daye rojnamegerê Filistînî, zalimî ye
    Rapora Xezze ya Îsraîlê: Netanyahu û Ya'alon ji bo pêşiyê li şer bigirin, gav navêtin
    Îsraîlê li dijî avêtina moşekan li Xezzeyê xist: 4 birîndar
    Rojnameya Îsraîlê: "Zavayê Usame bin Ladin hat kuştin"
    Etîketan:
    Balyozê Îsraîl yê li Enqereyê, Eitan Naeh, Îsraîl, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de