02:15 26 Sibat 2018
Zindî
    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

    Parêzgarê Kerkûkê: Divê partiyên kurdan rasterast bi DYAyê re biaxivin

    © Foto: Public Domain / Kerkûk
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm diyar kir ku divê partiyên kurdan rasterast bi birêveberiya nû ya DYAyê re derbarê geşepêdanan li herêma Kurdistanê, Iraq û şerê li dijî DAIŞê de biaxivin.

    Kerîmê ku niha li DYAyê ye, destnîşan kir ku bi gelek rayedarên amerîkî yên Wezareta Derve ya DYAyê û Konseya Ewlekariya Neteweyî re civiyane û li ser siberoja Iraq, Kurdistan û şerê li dijî DAIŞê axivîne.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Parêzgarê Kerkûkê wiha gotiye, niha birêveberiyeke nû li DYAyê heye û pêwîst e, kurd rasterast pê re biaxivin.

    Herwiha Kerîm eşkere kir ku li gel axiftina li ser rewşa Kurdistan û Iraqê, li ser rewşa Hewîca û Kerkûkê jî axivîne û wiha dewam kir: "Em bi hûrgilî li ser rewşa Sûriyeyê û DAIŞê jî axivîn."

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm teqez kir ku divê partiyên kurdan di vê serdemê de serdana DYAyê bikin û wiha pê çû: "Di şûna ku agahiyên bi me ve girêdayî ji hinekan din bistînin, bila ji me hîn bibin".

    Bi heman mijarî:

    Waliyê Kerkûkê Kerîm: Beşek ji petrola Iraqê niha diçe ji Herêma Kurdistanê re
    Necmedîn Kerîm: Heşdî Şabî beşdarî operasyona Hewîceyê dibe
    Necmedîn Kerîm: Çûna Bexdayê ne çareserî ye
    Kerîm:'Bi tu awayî nabe Kerkûk bi Iraqê re girêdayî bimîne'
    Necemedîn Kerîm: Divê êdî Kerkûk û Bexda ji hev cuda bibin
    Bi wefata Kerîm Kaban stêrkek ji esmanê mûsîqa kurdî xuricî
    Necmedîn Kerîm: 'Tu eleqeya me bi Bexdayê re nema'
    Etîketan:
    Necmedîn Kerîm, Iraq, Kurdistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de