13:46 24 Hezîran 2018
Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

Fermandarê iraqî: "Li rojavayê Mûsilê 166 milîtanên DAIŞê hatin kuştin"

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li gorî daxuyaniya Fermandarê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê General Abdulemîr Yarullah li rojavayê Mûsilê 166 milîtanên terorîst ên DAIŞî hatin kuştin

General Abdulemîr Yarullah, di daxuyaniya xwe de ragihand ku şer û pevçûneke giran di navbera hêzên Iraqê û milîtanên terorîst ê DAIŞê de çêbû, balafirên şer ên hêzên koalîsyonê DAIŞ bombebaran kirin û di encamê de 166 milîtan hatin kuştin.

Herwiha fermandarê iraqî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku 4 cihên bi bombe, tankerek û 2 motorsiklêtên bombebarkirî hatine îmhekirin û 25 bombeyên çandî jî hatine pûçkirin.

Li gorî daxuyaniya Yarullah hêzên iraqî li navçeya Tel Eşane 5 wesayîtên bombebarkirî yên DAIŞê îmha kirine. Ji aliyê din ve fermandar ragihand ku taxa Wadî Hecer heta niha sedî 70ê wê hatiye kontrolkirin.

Bi heman mijarî:

'Artêşa Iraqê li Mûsilê şerekî qaremanî dimeşîne'
Artêşa Iraqê pira 4emîn a Mûsilê kontrol kir
Artêşa Iraqê li Sûriyeyê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistin
Artêşa Iraqê balafirgeha Mûsilê kontrol kir
Artêşa Iraqê kargeha çekên kîmyevî ya DAIŞê bidest xist
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, fermandarê operasyona rizgarkirina Mûsilê, Abdulemir Yarallah, Mûsil, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de