06:07 22 Sibat 2018
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Konyayê li taxa biyaniyan operasyon: 260 kes hatin binçavkirin

    © AP Photo/ / Irfan Cemiloglu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Herzar polês û tîmên taybet ên Midûriyeta Ewlehî yên bajêr li Konyayê bi ser du taxên ku zêdetir biyanî lê diman girtin. Di opersyonê de 260 kes hatin binçavkirin.

    Tîmên ewlehî yên Midûriyeta Bajarê Konyayê bi ser taxên Şukran û Abdulaziz a navçeya navendî ya Meramê de ku zêdetir afgan û sûriyeyî lê diman de girtin.

    Polês û tîmên taybet hemû kolanên herdu taxên Şukran û Abdulazizê girtin, hem jêpirsîn û hem jî lêgerîn kirin. Di lêgerînan de 260 kesên ku destûra wan a rûniştinê tune, yên ku tevlî sûcan bibûn û hinek kesên ku nasnameya xwe îbraz nekirin bi tevahî ku afgan û Sûriyeyê jî di nav de hatin binçavkirin.

    Di lêgerînê de 5 motorsikletê diziye û 9 kesên ku firar bûn jî hatin desteserkirin. Herwiha di lêgerîna ser wan de gelek kêr, demançe û amûrên sûcî hatin girtin û di çarçoveya operasyonê de jî ji 20 wesayîtan re ceza hat birîn.
    Hêzên ewlehî gumanbar bi otobusan birin Midûriyeta Şaxa Biyaniyan.

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarê Bêşebabê Ataman hat binçavkirin
    Li gundê Xaraba Bavê li gel muxtar 2 kes hatin binçavkirin
    Li protestoyên Fransayê 16 lîse hatin dagirkirin, 11 kes hatin binçavkirin
    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 35 gumanbar hatin binçavkirin
    Hevserokê HDPê yê Îzmîrê Guleryuz hat binçavkirin
    Etîketan:
    Li Konyayê 260 biyanî hatin binçavkirin, Tîmên ewlehî yên Midûriyeta Bajarê Konyayê, Konya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de