03:21 24 Sibat 2018
Zindî
    Sirri Sakik

    Sirri Sakik: "Em li sifreya merhamet a tu kesî rûneniştin e"

    © Foto: you tube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Hevserokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik ku duhî ji terefê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ve ji wezîfeyê hat dûrxistin ragihand ku em li ser sifreya merhamet a tu kesî rûneniştin e.

    Sirri Sakik di axaftina xwe ya Radyoyê Spûtnîkê de got: "Dosya min a mahkûmiyete hê di pevajoya temyîzê de ye, lê wezaretê ez ji wezîfeyê dûr xistim. Em li ser sifreya merhamet a tu kesî rûneniştine. Bi jêpirsînkirina me di nava al, çand û nirxan de biratî çênabe."

    Sakik di berdewamiya axaftina xwe de got: "23 sal be jî parlamento hat dorpeçkirin û em birin. Piştî 23 salan di heman demê de dîsa heman pêvajo didime. Ev rêbaze kêfî ye û rêbaza ji wezîfe dûrxistina kesên hilbijartî di hiqûqê de cihê wê tuneye. Digel hemû tiştên heyî jî divê şertên siyaseta demokratîk hebin. Tiştên ku nikarin bi hilbijartinê bikin bi sepanên wiha dikin."

    ‘TIŞTÊN KU DIVÊ LI VÎ WELATÎ HEBIN EM DIBÊJIN'

    Siyasetmedarê DBPeyî Sirri Sakik di mijara referandumê de jî got: "Di vê mijarê de mafê tu kesî tuneye ku jêpirsînê ji me bike. Di vê mijarê de helwesta me vekirî û zelal e. Hinek beş, hinek netewperest pir zêde bi ser me de tên. Lê digel wan jî em helwesta xwe naguherînin. Em dengê wijdanê dibêjin, tiştên ku divê li vî welatî hebin dibêjin. Serokê welatekî hatiye vir, bi alaya wir li vir hiqûqê biratiyê tunebe bi jêpirsînê ev kar nameşin."

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ji peywirê hat girtin
    Sirri Sakik: Di Newroza nû de paqijiyek navxweyî pêwistî ye
    Biraziyê Sirri Sakik jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin
    Birayê Sirri Sakik ê pêşmerge jiyana xwe ji dest da
    Cezayê girtîgehê li Sirri Sakik birîn
    Etîketan:
    Hevserokê Şaredariya Agirî yê berê, Sirri Sakik, Agirî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de