22:53 25 Hezîran 2018
Die Welt muhabiri Deniz Yücel

Rojnamevan Yucel: "Hinceta dadgehê min dikenî ne"

© AFP 2018 / Andreas Arnold / dpa
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Nûçegihanê rojnameya Die Weltê Deniz Yucelê ku hate girtin di nameya xwe ku ji hemkarên xwe re şandibûn de ragihand ku hinceta dadgehê min dikenî ne.

Rojnamevanê Die Weltê ku li Almanyayê weşanê dike Deniz Yucel çend roj berê hatibû girtin. Piştî girtinê Yucel nameyek ji hemkarên xwe re şand û di nameyê de got: "Şertê mana min a li hicreyê piştî transfera girtîgehê baştir bûn. Her çiqas azadiya min ji min hatibe dizîn jî hinceta dadgeh û ya dema lêpirsînê min dide kenandin."

Li gorî nûçeya BBC Tirkî, Yucelê ku hem welatiyê alman û hem jî yê Tirkiyeyê ye, ji bo xebatkarê rojname û yên ku piştgiriya wî dikin nameyek nivîsand û ew name di rojnameya Die Weltê de hat weşandin. Yucel di nameya xwe de got: "Belkî ji we re piçekî eceb were, lê ez dibêm piçekî jî be min azadiya xwe qexzenç kiriye. Ronahiya rojê, hewaya paqij, xwarina xweş, çay û qahwe, cixare, rojname û doşekeke baş."

Deniz Yucel di berdewamiya nameya xwe de got: "Her çiqas azadiya min ji min dizî bin jî hinceta dadgeh û serdema lêpirsînê min dide kenandin." Yucel piştî nivîsandina vê nameyê ji Girtîgeha Metrisê transferî Silivriyê kirin."

Bi heman mijarî:

Merkel: "Girtina Deniz Yucel cihê êş û xeyalşikestinê ye"
Komîsyona Yêkîtiya Ewropayê bertek nîşanî girtina Yucel da
Doza qerarê ya ji bo rojnamevan Ahmet Şık îro ye
Ji bo rojnamevan Mahmûd Onder merasîma cenazeyê
6 sal cezayê hepsê li rojnamevan Arzu Demir hat birîn
Etîketan:
Rojnamevanê Die Weltê hat girtin, Deniz Yucel, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de