02:19 23 Gulan 2018
    Hevdîtinên Cenevê yên ser Sûriyê

    HNC: Em bi Rûsyayê bawer in, Rûs di çareseriya qeyranê de dikarin rola sereke bilîzin

    © REUTERS / Denis Balibouse
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Rayedarê Komîteya Mizakereyên Bilind (HNC) Bassam Barabandi diyar kir ku ew bi Rûsyayê bawer dikin û got hevdîtina wan a îro ya li gel nûnerên Rûsya yên li Ceneveyê wê siberoja hewildanên pêvajoya aşitiyê ya Sûriyeyê diyar bike.

    Şêwirmendê siyasî yê HNCa ku piştgiriya Riyadê digire, Bessam Barabandi bersiva pirsên Sputnikê û got hevdîtina ku ew ê îro li gel nûnerên Rûsyayê pêk bîne, wê siberoja hewildanên pêvajoya aşitî ya Sûriyeyê diyar bike.

    Barabandi got, "Em dixwazin bi Rûsan re biaxivin. Em bi Rûsyayê bawer dikin. Rûs dikarin di çareseriya qeyran a Sûriyeyê rolê sereke bilîzin. Hevdîtina ku em ê bi Rûsan pêk bînin, di çarçoveya vê nêrînê de wê rê nîşanî me bide, ka em çi qas pêş ketine."

    Rayedarê HNCê dest nîşan kir ku ew dixwazin bi armanc û fikirên Rûsyayê bizanibin û diyar kir ku ew ê di civînê de mijara rawestandina şerê li Sûriyeyê biaxivin.

    Barabandi di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin, "Em dixwazin li dijî DAŞIê têbikoşin û em li Sûriyeyê aramiyê dixwazin. Em dixwazin Serokdewlet Beşar Esad dev ji peywirê berde. Divê em biryara bi hejmara 2254an a Konseya Ewlehî ya NY bisepînin. Loma jî rojev diyar e. Mijareke ku hûn an jî cîhan nizanibe, tune ye."

    ‘EM JI BO RAWESTANDINA XWÎNÊ LI ZEMÎNEKE HEVPAR DIGERIN'

    Ji aliyê din ve Barabandi derbirî ku HNCê ji Amerîkayê piştgirî xwestiye, nûnerên Amerîka yên li Ceneveyê jî ji Rûsyayê piştgirî xwetiye û got ji bo rawestandina xwîna li Sûriyeyê tê rijandin em hewil didin ku zemîneke hevpar bibînin.

    Hevdîtinên Ceneve-4ê yên ku di 24ê Sibatê de li Swîsreyê dest pê kir di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de berdewam dikin.

    Tê payîn ku ev hevdîtin heta 6ê Adarê berdewam bikin û di hevdîtinan de NY daxwazên alîgiran digirin.

    Bi heman mijarî:

    'Zêdekirina budçeya parastinê ya DYAyê gefxwarina Rûsyayê ye'
    Werzişvanên NATOyê li Soçî ne: Bersiva dijî toleyên ser Rûsyayê ye
    Li Rûsyayê DAIŞiyekî ku amadehiya êrîşê dikir, hat desteserkirin
    Balyozxaneya Tirkiye li Moskowê jî serdana Erdogan a Rûsyayê serast kir
    Rûsyayê rêûresma Xelatên Oscarê jî 'hack' kir
    Ji Rûsyayê bo êrişa Hûmsê daxuyanî: Hovîtî ye
    Rojnamevanê swêdî: "Lavrov Çarê Wezareta Derve ya Rûsyayê ye"
    Etîketan:
    çareseriya qeyranê, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Şêwirmendê siyasî yê HNCê, Bassam Barabandi, Amerîka, Rûsya, Sûriye, Swîsre, Ceneve
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de