18:47 25 Hezîran 2017
Zindî
    Murat Karayilan

    Karayilan: Hêza Tirkiyeyê tine êrîşî Reqqayê bike

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12850

    Endamê Komîteya Birêveber a PKKê Murat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk bêyî destûra DYA û Rûsyayê nikare êrîşî Minbicê bike û got, "Erdogan ji ber dijminatiya xwe ya li kurdan, fortan li Bakurê Sûriyeyê dike, lê dê bi ser nekeve."

    Karayilan bi ANFê re axivî û destnîşan kir ku Tirkiye li siyaseteke herêmî ya dijminane li dijî kurdan bi rê ve dibe.

    Herwiha Endamê Komîteya Birêveber a PKKê Murat Karayilan diyar kir ku sê armancên Tirkiyeyê ji polîtîkaya wê ya Tirkiyeyê heye û wiha got: "Gava Tirkiye behsa (êrîşkirina ser) Reqqa û Minbicê dike, sê armancên wê hene ya yekê, polîtîkaya navxweyî ye, ji bo bibêje, 'ez xurt im û kû bixwazim dikarim êrîşî wê bikim lê DYA û hêzên din ên navdeweletî destûrê nadin min. Lewra ez li El Babê asê mame. Lê dîsa jî hêza Tirkiyeyê tine biçe Reqqayê, DYA destûrê bidiyê jî, ew nikare biçe".

    "TIRKIYE DÊ SOZA XWE NEYÊNE CIH"

    Fermandarê PKKê diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ya duyem ew e ku li El Babê bimîne û wiha got: "Soza wan bi Rûsyayê re ew bû ku piştî El Babê ji DAIŞê bistînin, dê wê bidin rejîma Sûriyeyê. Lê dê soza xwe neyêne cih. Dixwaze xwe bispêre DYAyê û bi awayekî mayinde li El Babê bimîne. Ew dixwazin vê fersnedê bi kar bînin û wiha difikirin, 'êdî DYA destûr da me, em bimînin, nexwe ka em Minbicê bistînin."

    Karayilan diyar dike ku li gel Tirkiye dizane ku ne Rûsya û ne jî DYA dê vê daxwaza wê dê qebûl bikin jî, lê her israr dike û armanca sêyem wiha vedibêje: "Tirkiye dixwaze DYA di bin tometê de bihêle û li hemberî me, anku PKKê hîn zêde piştgiriyê bi dest bixe. Erdogan û ekîbê wî xwe pir biaqil dihesibînin. Bi taktîk û derewan dê xwe li Babê de mayînde bike; eger karibe bike dê Minbicê bigire û dê li hemberî PKKê zêdetir piştgiriyê bigire. Ew her tim behsa Reqqatê dikin lê ew hemû  derew in.  Lê hêzeke wisa tine. Dibe ku ji bo bigihêjin van armancên xwe, êrîşî Minbic û Efrînê bikin."

    "KURD ÊDÎ NAXWAZIN KANTONAN BIGIHÎNIN HEV, DIXWAZIN FEDERASYONEKÊ BI EREBAN RE ÇÊKIN"

    Endamê Komîteya Birêveber a PKKê teqez dike ku diyar dike ku armana destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de, "rêgiritna li ber şoreşa Rojava" û "astengkirina yekkirina kantonên Rojava" bûn.

    Karayilan diyar dike ku Tirkiye dê negihêje armancên xwe ji ber êdî kurd naxwazin kantonan bigihînin hev lê dixwazin federasyonekê li herêmê bi ereban û hêzên wan ên siyasî re çêkin lê polîtîkayên Tirkiyeyê li dijî van in".

    Derbarê helwesta DYA, Rûsya û dewletê Ewropayê de jî, Karayilan wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê bi awayekî sînorê Rojava derbas kir û li Rojava însanên kurd û ereb qetil kirin lê li hemberî wê ne DYA, ne Rûsya û ne jî welatên Ewrûpayê rasterast bertekeke nîşan nedaye."

    "ARTÊŞA SÛRIYEYÊ RÊ LI BER TIRKIYE Û ASAYÊ GIRTIBÛ"

    Ev daxuyaniyên Karayilan de demeke wiha de hatin ku Artêşa Sûriyeyê gihişt sînorê rojavayî yê bajarê Minbicê û rê li ber bipêşketina Tirkiye û ASAyê ber bi Reqqayê ve hat girtin.

    Hêjayî gotinê ye ku çavkaniyên herêmî duh ragihandibû ku Amerîkayê hêzên xwe yên leşkerî li çoltera Minbicê bi cih kir, daku rê li ber êrîşên Tirkiye û ASAyê yên di çarçoveya Mertala Firatê de ketine Sûriyeyê bigire.

    Fermandarê Hêzên Navendê yê DYAyê (CENTOM) Joseph Votel roja îniya borî serdana Sûriyeyê kir ku tarîxa serdanê berê nehatibû eşkerekirin.

    Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wiha gotibû: Eger em bi Rûsya û Hêzên Hevpeymana Navdewletî re li hev bikin, em dê biçin Minbic û Reqqayê."

     

    Bi heman mijarî:

    'Barzanî ji bo Reqqa, Şingal û statûya Kurdistanê hat Tirkiyeyê'
    Çavuşoglu: El Bab temam e, di rêzê de jî Reqqa heye
    Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê: "Reqqa û Minbiç ne alternatîfê hev in"
    Erdogan: Piştî Babê hedef Minbic û Reqqa ye
    Erdogan: Piştî El Babê, Minbic û Reqqa tên
    Balafirên koalîsyonê Reqqa bombebaran kirin: 20 kuştî
    Heşda Şebî: Riya di navbera Reqqa û Mûsilê ya DAISiyan hat birîn
    PYD: Reqqa wê bibe beşek ji herêma kurd a federal
    Fîlozofê fransizî:'Reqqa jî di nav de wê dewlete kurdî ava bibe'
    Etîketan:
    federasyon, kanton, PKK, Murat Karayilan, Ewropa, RÛSYA, DYA, Rojava, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de