23:40 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Parlementera kurd li parlementoya Iraqê: Ebadî mafê cotyarên kurd nade wan

    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1110

    Parlementera kurd Eşwaq Caf a Parlementoya Iraqê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tawanbar kir ku cotyarên herêma Kurdistanê ji mafên wan ên fînansî bêpar dihêle û bangî Serokê Hevpeymana Niştimanî ya Iraqî Emar EL Hekîm kir daku fişarê li Ebadî bike ji bo mafên wan ên fînansî bide.

    Parlementera PDKê derbarê mijarê de wiha got: Li gel ku cotyarên parêzgehên Iraqê lêhûrbûnên xwe yên pêwîst temam nekirine jî, Ebadî biryar da ku 80% ji mafên fînansî anku 900 milyar dolar bo cotyarên wan parêzgehan werin dayîn. Lê li gel ku Herêma Kurdistanê ev kirar temam jî kirine lê Ebadî biryar daye ku tenê 17% ji pereyên cotyarên Herêma Kurdistanê bên dayîn. Cotyarên Kurdistanê ji sala 2014an ve mafên xwe yên fînansî wernegerine. Ev jî zulm e".

    Li gorî nûçeya Rûdawê, parlementera PDkê destnîşan kiriye ku ti têkiliya dayîna mafên fînansî yên cotyaran bi nakokiyên Bexda û Hewlêrê ve tine lê ew beşeke ji wan pereyan e yên ku divê hikûmet bide cotyaran ji ber cotyaran beremên xwe dane û bangî serokên her 5 komên kurdistanê li parlementoya Iraqê kir daku biçin ba Ebadî û kêşeyê çareser bikin.

    Cafê axiftina xwe wiha dewam kir: Me ji serokê hevpeymana niştimanî Emar El Hekîm xwest ku fişarê li Ebadî bikde daku mafên fînansî yên cotyarên Herêma Kurdistanê bide. Ji ber nabe mafên cotyaran tev li nakokiyên siyasî bibin. Divê hikûmeta federal berpirsyariya xwe bîne cih.

    Hêjayî gotinê ye ku ji bo sala 2014an 69 milyar dînarên iraqî, ji bo sala 2015an 243 milyar dînar û ji bo sala 2016an 590 milyar dolar  deynên cotyarên Kurdistanê di stûyê Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê de ne, anku 902 milyar dînar deynên cotyarên Kurdistanê li Bexdayê ne.

    Bi heman mijarî:

    Iraq û Îranê li ser petrola Kerkûkê peyman îmze kir
    Iraq: 10 terorîstên DAIŞê hat kuştin
    Iraq: Dê bersiva me jî ji bo qedexeyên vîzeyê hebin
    Rêxistina Şefafbûnê rapora gendeliyê eşkere kir: Yekem Sûrî, Iraq duyem e
    Iraq: Temamiya rojhilatê Mûsilê ji DAIŞê hat paqijkirin
    Iraq: Bi hezaran DAIŞî derbasî Tirkiyeyê bûn
    Etîketan:
    PDK, Eşwaq Caf, Emar El Hekîm, Heyder Ebadî, Kurdistan, Bexda, Hewlêr, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de