01:49 30 Gulan 2017
Zindî
    Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK)

    Di rojeva şandeya YNKê ya Sosyalîst Enternasyonalê de dewleta serbixwe heye

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2233

    Şandeya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) bi seroktiya Berpirsê Desteya Navendî ya Polîtburoyê Mela Bextiyar, ji bo beşdarî kongreya Sosyalîst Enternasyonalê bibin, ber bi Kolombiyayê bi rê ket. Rêveberê YNKê Seîd Pîre got, ew ê ji bilî babetên din mijarên siyasî û dewleta serbixwe ya kurd jî werînin rojevê.

    Li gor Pukmediayê şandeya YNKê dê Kolombîyaya Amerîkaya Latîn wek endama Sosyalîst Enternasyonalê beşdarî kongreya ku ji 1ê Adarê heta 4ê Adarê berdewam dike bibe.

    YNK WÊ DAXWAZA ALÎKARIYA HERÊMA KURDISTANÊ BIKE

    Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Giştî yê YNKê Seidî Pîre da xuyakirin, dê YNK di kongreyê balê bikşîne ser şerê dijî terorê, hevkariya mirovî ji bo penaberan û girîngiya piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê siyasî û aborî de.

    Seidî Pîre got, ‘Ewê daxwaz ji welatan, bi taybetî ji welatên Ewropayê bikin ku piştevaniyê bidin gelê Kurd û piştevanê mafê çarenivîsa Kurd bin heta dirustkirina dewleta serbixwe.'

    MELE BEXTIYAR GOTARA XWE BI KURDÎ PÊŞKEŞ DIKE

    Di kongreya ku gelek serok, serokomar, wezîr û sekreterên partiyên deshilatdar yên welatên cîhanê başdar dikin de, wê Mela Bextiyar gotara YNKê bi kurdî pêşkeş bike.

    Mela Bextiyar di gotarê de rewşa navçe û Rojhilata Navîn, çawanî çareserkirina pirsgirêkan û rola hêzên sosyal demokrat û kêmxemiyên wan di raboriyê de vebêje û ji bo pêşerojê behsa çareseriyê bike.

    BEXTIYAR WÊ METIRSIYÊN SER KURDAN YÊN LI HERÊMÊ VEBÊJE

    Bextiyar dê balê bikşîne ser metirsiyên di derbarê danûstanên li Cenevê û Astanayê de yên ji bo kurdan, ewlehiya navçeyê û nebûna planeke stratejîk ya ji bo serxistina demokrasiyê.

    Bi heman mijarî:

    Hawara Kurdên êzidî: Zarokên me rizgar bikin
    Rûsya 9 Tirkiyeyê jî 7 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    'Iraq derxistina peyva erebî ji destûra Sûriyê pir baş dibîne'
    Wesayîta leşkeran qelibî 3 Leşker birîndar bûn
    Kurtulmuş: Di hemû serdanên Barzanî de al hatiye bilindkirin
    Keştiya şer Amîral Grîgorovîç diçe Behra Spî
    'Barzanî ji bo Reqqa, Şingal û statûya Kurdistanê hat Tirkiyeyê'
    Barzanî piştî 10 rojan vegeriya Hewlêrê
    Rûsya: Qanûna NY ya li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî nayê qebûlkirin
    Etîketan:
    Seîr Pîre, Mele Bextiyar, Sosyalîst entennasyonal, Kolombiya, YNK, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de