22:53 25 Hezîran 2018
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

Hevdîtina Barzanî û Erdogan demjimêrekê dom kir

© Foto : Serokomariya Tirkiyê
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 13

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku piştî serdana xwe ya welatên Ewropayê hat Tirkiyê, li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya. Hevdîtina Barzanî û Erdogan li Koşka Mabeyn a Serokomariya Tirkiyê demjimêrekê dom kir.

Hevdîtina Barzanî û Erdogan ku li demjimêr 17an destpê kir demjimêrekê dom kir. Hevdîtin li koşka Mabeny a Serokomariya Tirkiyê ya Stenbolê pêk hat ku ji medyayê re girtî bû.

Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya bilind a ligel wî dê 26ê Sibatê jî li Enqerê serdana xwe ya Tirkiyê bidomîne û bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re jî bicive.

ALA KURDISTANÊ HAT DALIQANDIN

Li dema hatina Stenbolê ya Barzanî li ber avahiya mêvanan a dewleta Tirkiyê ya balafirgeha Ataturk ligel alaya Tirkiyê û Iraqê ala Kurdistanê jî hat hilawistin ku ev cara yekemîn e pêşwazîyeke wisa li Barzanî tê kirin.

Serdana Mesûd Barzanî ya Tirkiyê pêşwazîkirina li Balafirgeha Ataturk
© Foto : twitter
Serdana Mesûd Barzanî ya Tirkiyê pêşwazîkirina li Balafirgeha Ataturk

Li gor medya Tirkiyê di hevdîtinan dê operasyona Mûsilê û rewşa Telaferê jî babeteke gotûbêjan be.

Bi heman mijarî:

Rûsya hêza xwe ya nûkleerî di çarçoveya peymana STARTê de berfireh dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Stenbolê ye
Li bajarê kurdan, Rihayê du malbatan şer kir, 3 mirî û 4 birîndar hene
YNK ji bo diyarkirina nexşerêya xwe civiya
‘Divê Rûsya û Amerîka bikaribin diyalogeke pragmatîk çêbikin'
Parlementerê HDPê: Dibe ku em Erdoganî di referandûmê de têk bibin
Komîteya Muzakere ya Bilind: "Bila Rûsya erka xwe ya ser Şam û Tehranê bi kar bîne"
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de