10:58 20 Hezîran 2018
Suriye ordusuna ait tanklar El Bab'a iyice yaklaştı

Artêşa Sûriyeyê devera Tedaf ya li El Babê bidest xist

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Artêşa Sûriyeyê li başûrê El Babê devera Tadefê ku xwedî giringiyek stratejîk e ji destê DAIŞê stend. Bi bidesxistina Tadefê ji herêma El Babê bi temamî paqijbûn.

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Artêşa Sûriyeyê hatine wergirtin, li devera Tadefê ku xwedî giringiyek stratejîke û li hêla başûrê El Babê ye, pevçûnên bêhempa pêk hatine û di encama van pevçûnan de Artêşa Sûriyeyê Tadefê ji destê DAIŞê stendiye. Tedaf piştî pevçûna ku balafirên şer ên Rûsyayê jî pişgirî dayê, îro berê nîvro bidawî bû. Hêzên Taybet ên girêdayî Artêşa Sûriyeyê yên binavê Hêzên Şêr li Tedafê lêgerîn û lêkolînên xwe niha didomînin.

'2 WESAYÎTÊN LEŞKERÎ YÊN AÎDÎ DAIŞÊ BÊBANDOR KIRIN'

Hêzên Şer 2 wesayîtên leşkerî yên aîdî DAIŞê jî li vê herêmê bêbandor kirin. Her wiha derdorên ku ji aliyê DAIŞê ve mayîn lê hatine bicihkirin jî ji aliyê van hêzan ve tê paqijkirin. Tedef ji ber ku bi ser rêya ketina nav bajêr a El Babê ye xwedî giringiyek stratejîk e. Bi bidestxistina Tedafê herêm bi temamî ji DAIŞê hat paqijkirin.

Bajarê El Babê û 2 bajarokên li Bakûrê Elbabê yên binavê Bizaa û Kabaşin jî beriya niha 2 rojan, ji aliyê Artêşa Tirk û Hêzên Artêşa Azad ên Sûriyeyê ve hatibûn bidestxistin.

 

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: El Bab temam e, di rêzê de jî Reqqa heye
Yildirim: El Bab bi tevahî hat kontrolkirin
Işik: "El Bab bi temamî hat dorpêçkirin û niha paqijî tê kirin"
DAIŞê El Bab tijî teqemenî kiriye
Artêşa Tirk: Riya El Bab û Helebê bi temamî hat kontrolkirin
Balafirên Tirkiyê El Bab bombardiman kir
Etîketan:
Arteşa Sûriye, El Bab
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de