09:41 23 Hezîran 2018
Adil el Cubeyr

Piştî 14 salan yekemîn car e ku Wezîrê Siûdî serdana Bexdayê dike

© REUTERS / Mohamed Abd El Ghany
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 21

Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr serdaneke suprîz kir û çû paytextê Iraqê Bexdayê. Piştî îşxala Amerîka ya 2003an yekemîn car e ku wezîrekî Siûdî serdana Bexdayê dike.

Adil El Cubeyr piştî ketina Amerîka ya Bexdayê ji sala 2003an ve yekemîn Wezîrê Erebîstana Siûdî ye ku serdana Bexdayê dike. Cubeyr li Bexdayê bi Serokwezîr Heyder Ebadî û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî re hevdîtinek pêk anî.

Cubeyr berî hevdîtina bi Serokwezîr Heyder Ebadî re ragihand ku di rojeva wan de tekoşîna terorîzmê heye. Piştî hevdîtinê Ofîsa Çapamenî ya Serokwezîrtiyê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku Ebadî û Cubeyr li ser tekoşîna hevpar a li dijî terorîzmê ku herêm û dinyayê tehdîd dike danûstandin hatin kirin.

CUBEYR EM AMADE PIŞTGIRIYA AVADANIYÊ BIKIN

Cubeyr di axaftina xwe de serkeftina hêzên iraqî ya li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê pîroz kir û ragihand ku ew amade herêmên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ji bo avadaniyê piştgiriya hikûmeta Iraqê bikin. Ez ji vê serdana xwe gelekî kêfxweş bûm û em dixwazin têkiliyên xwe bi pêş bixin.

Bi heman mijarî:

Çavuşoğlu û Cubeyr, beriye lûtkeya Sûriyê li Riyadê hatin ba hev
Wezîrê Derve yê Siûdî Cubeyr diçe Tirkiyeyê
Heyder Ebadî û Rex Tillerson hevdîtin pêk anî
Heyder Ebadî ji hêzên Iraqê xwest ku rêzê li mafên mirovan bigire
Ebadî: Yasaya lêborînê bûye sedema zêdebûna tawanan
Etîketan:
Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Adil El Cubeyr, Iraq, Erebîstana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de