16:26 20 Sibat 2018
Zindî
    Penaber

    Wezîrê tirk: "Heta niha 50 hezar penaberên sûriyeyî vegeriyan welatê xwe"

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Li gorî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji destpêka Operasyona Mertala Feratê û heta niha 50 hezar penaberên Sûriyê vegeriyane cih û warên xwe.

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Antalyayê di civîna rojnemevanî de ragihand ku ji destpêka operasyona Mertala Feratê û heta niha 50 hezar penaberên Sûriyê ji Tirkiyê vegeriyane cih û warên xwe. Piştî kontirolkirina bajarê Babê tîmên endezyariyê dest bi paqijkirina mayînan kirine daku, welatiyên wê deverê bikarin vegerin malên xwe. Dîsa wê aramî vegeraye wê navçeyê.

    Ji aliye din ve berî du rojan Wezîrê Parastina Tirkiyê Fikri Işik jî ragihandi bû ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê hemû taxên bajarê El Babê kontrol kirine.

    Herwiha di meha Tebaxa 2016an de artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) dest bi Operasyona Mertalê Feratê kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Li Konyayê xaniyê malbateke penaber a Sûrî hilweşiya
    Li qeraxên Îtalyayê di 3 rojan de 2 hezar û 700 penaber hatin rizgarkirin
    Serokê Macaristané: "Nabe ku penaber bi serbestî bigerin"
    Li bajarê Germiyan, wesayetek balhilgir, zarokên penaber perçiqand
    Îsal zêdetirî 5 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Penaberên Sûriyeyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de