22:36 18 Hezîran 2018
KHK ile ihraç edilen Mehmet Fatih Tıraş

Akademisyenê ku bi KHKê ji kar hatibû derxistin, xwe kuşt

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 12

Akademisyen Mehmet Fatih Tiraş ê ku bi biryarnameya di hikmê yaseyê de (KHK) ji kar hatibû avêtin, xwe kuşt. Mehmet Fatih Tiraşê ku li Zanîngeha Çukurovayê di Beşa Ekonometrî ya Fakulteya Zanistiyên Aborî û Îdarî de akadmisyen bû bi KHKyê ji kar hatibû avêtin.

Her wiha hat hînbûn ku Akademisyen Tiraş belavoka ‘Akademisyeyên Ji Bo Aşitiyê' ya ku bi ser navê ‘Em ê nebin hevkarên vî sûcî' hatibû weşandin jî îmze kiribû.

Agahiya xwekuştina Tiraş ji aliyê sosyolog Veli Saçilik ve li ser Twitterê hat parvekirin. Saçilik di parvekirina xwe de got, "Mamosteyê me akademisyen Mehmet Fatih Tiraşê ku bi KHKê ji kar hatibû dûrxistin, xwe kuşt. Em pir bi hêrs in."

​Cenazeyê Mehmet Fatih Tiraş wê îro were binaxkirin.

Bi heman mijarî:

Komek akademisyenên kurd ji kar hatin dûrxistin
Gelek ‘akademisyenên aştîxwaz' jî di nav de bi hezaran karmend ji kar hatin dûrxistin
Akademîsyenên Herêma Kurdistanê piştgirî dan mamosteyên Artukluyê
Akademîsyenên ji kar hatibûn avêtin, Akademiya Kolanê avakirin
Akademîsyenên ji kar hatibûn avêtin serdana HDP û CHPê kirin
10 ‘Akademîsyenên Aştîxwaz' ji kar hatin dûrxistin
Etîketan:
xwekuştin, ji kar hatin derxistin, KHK, Zanîngeha Çukurovayê, Mehmet Fatih Tiraş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de