05:28 12 Kanûn 2017
Zindî
    şanda HDP, KCD û DBPê

    Parlamenterên HDPê xwestin biçin Xerabê Bava lê hatin astengkirin

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Şandeke ji parlamenterên HDPê û rêveberên KCDê û DBPê pêk dihat, gava ku xwest biçe serdana gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirk ve hat astengkirin.

    Li gorî agahiyên Sputnikê bi dest xistin şandeke ji parlamenterên HDPê û rêveberên KCDê û DBPê pêk dihat, xwest biçe serdana gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê lê hêzên ewlehî yên Tirk pêşî li şandê girt û ew ansteng kir.

    Di şandê de Serokwekîlê Koma HDPê Ahmet Yildirim, Parlamenterê Amedê yê Îmam Taşçier, Parlamentera Şirnexê Leyka Birlik û Parlamentera Rihayê Îbrahîm Ayhan, Hevseroka KCDê Leyla Guven û Wekîla Hevserokên Giştî ya DBPê Gulcihan Şimşek cih girtin.

    Şand piştî ku hat astengkirin, vegeriyan Nisêbînê û li avahiya HDPê ya navçeya Nisêbînê ligel nişticihên gundê Xerabê Bava yên ku hatibûn desteserkirin û paşê hatibûn berdan civiya.

    Gundê Xerabê Bava yê girêdayî navçeya Nisêbînê ev demeke di bin dorpêça hêzên ewlehî yên Tirk de ye û derketibû holê ku hêzên ewlehî yên Tirk li nişticihên wî gundî îşkence kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Baydemir ji bo kirinên li gundiyên Xerabê Bava: Nemerdiye
    Ji KCKê daxuyaniya Xerabê Bava
    Xerabê Bava di salên 1990an de jî hatiye şewitandin
    Serdana ÎHD û Baroya Amedê ya gundê Xerabê Bava hat astengkirin
    Etîketan:
    DBP, KCD, Parlamenterên HDPê, Leyla Birlik, Leyla Guven, Îbrahîm Ayhan, Îmam Taşçier, Ahmet Yildirim, gundê Xerabê Bava, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de