15:02 12 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîn - Suriye

    Li Himsê li dijî baregehên leşkerî 2 êriş: Herî kêm 35 kes mirin

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    112

    Li bajarê Hims ya Sûriyeyê li dijî baregehên leşkerî 2 êriş hatin kirin û di encamê de ji 15an zêdetir kes jiyana xwe ji dest da.

    Li gorî agahiyên Sputnikê ji çavkaniyên herêmî wergirtine heta niha ji 35an zêdetir kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên heman çavkaniyê Generalê berpirsê Himsê Hasan Dabul jî jiyana xwe ji dest daye. Çavkanî got: 'Hejmara miryan bû 35. Ji 6an zêdetir xwekuj êrişî ser avahiyên ewlehiyê kirin.'

    Beriya niha jî hate gotin ku 2 êrişên xwekujî hatin kirin. Yek jê li ber avahiya îstîhbarata leşkerî ya din jî li ber avahiya ewlehiya dewletê. ​Çavdêriya Mafên Mirovan a nêzî dijberan ragihand ku li gel rayedarek payebilind 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

    EL NÛSRAYÊ ÊRIŞÊ GIRTE SER XWE

    Êrişê El Nûsra ya bi ser El Qaîdeyê girte ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Komên çekdar ji Himsê vedikşin
    Artêşa Iraqê li Sûriyeyê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistin
    Sererkanê Tirkiyeyê ji bo kontrolê çû sînorê Sûriyeyê
    Netenyahû: Golan dê ti carî bi Sûriyeyê ve neyê girêdan
    Rûsya 15 Tirkiyeyê jî 9 binpêkirinên agirbestê li Sûriyeyê tespît kirin
    Etîketan:
    baregeha leşkerî, teqîn, êriş, hims
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de