15:45 18 Kanûn 2017
Zindî
    Joseph Votel

    Generalê amerîkî bi awayekî 'nepen' serdana' Rojava kir

    © AP Photo/ Robert Burns
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32

    Fermandarê Hêzên Navendê yê DYAyê (CENTOM) Joseph Votel, roja iniyê serdana Sûriyeyê kir ku dîroka serdanê berê nehatibû eşkerekirin.

    Votelê ku di dema Obama de jî dîsa serdanek wiha kiribû, dîsa bi awayekî nepen çû Sûriyeyê û bi hin fermandarên HSDê re hat ba hev.

    Berdevkê HSDê Telal Silo derbarê serdana Votel de hin daxuyanî dda AFPê û diyar kir ku ew li ser mijarên 'di dema Donal Trump de zêdekirina kordînasyon û alîkariya DYAyê' axivîne.

    'SOZA DAYÎNA ÇEKÊN GIRAN HATE DAYÎN'

    Telal Silo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku DYAyê soz daye wan ku hin çekên giran bidin wan.

    Siloyê ku hevdîtinê wekî teyîtkirina desteka DYAyê ya bo wan şirove dike wiha got: 'Encam erênî bûn. Em li ser operasyona xezeba  Firatê û mijara leşkerên hevpar axivîn.'

    'WÊ KOALÎSYON MINBICÊ JI ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ BIPARÊZE'

    Li gorî agahiyên çavkaniyek payebilind yê HSDê Votel diyar kiriye ku wê koalîsyon parastina Minbicê ji êrişên Tirkiye û hêzên pê ve girêdayî berdewam bike.

    Heman çavkanî got wan mijara vekirina korîdorekê ya ji aliyê hêzên bi Tirkiyeyê re girdayîne ya li herêmên di bin kontrola me jî neaxivîne.
    Wezareta Parastinê ya DYAyê derbarê serdanê de hêj ti daxuyanî nedaye.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Ji bilî hêzên me ti kes beşdarî operasyona Reqqayê nabin
    Senatorê DYA McCain li Kobanê çû serdana rayedarên PYD, HSD û YPGê
    HSD ber bi Reqqayê ve bi pêş de diçe: 4 gund hatin kontrolkirin
    'HSD dê Reqqayê bistîne, ne Tirkiye'
    HSD 9 km nêzîkî Reqqayê ye
    Etîketan:
    serdana nepen, hevkariya leşkerî, çekên giran, telal sılo, Joseph Votel, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de