18:35 25 Hezîran 2018
Bendava Teşrînê - Kobanê

Tirkiye ava çemê Firatê qut dike

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku Tirkiye ava çemê Firatê li ser bendava Firatê qut kiriye. Ji ber vê ceyrana herêmê qut dibe.

HSD
© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Ji ber ku Tirkiye ava çemê Firatê qut kir, ava bendava Tişrînê kêm bû. Herwiha kêmbûna ava bendavê jî dibe sedema qutbûna ceyrana herêmê. Duh di serî de li Kantona Kobanê li gelek deveran ceyran qut bû.

Rayedarên bedavê  derbarê vê rewşê de daxuyanî dan, diyarkirin ku Tirkiye ava çemê Firatê qut dike û ev jî rê li ber kêmbûna ava bedava Tişrînê vedike. Ji ber vê yekê elektrîka herêmê qut dibe.

Li gorî raydaran Tirkiye bi van tevgeran zagonên neteweyî binpê dikin.

Derbarê vê rewşê de Tirkiye hêj ti daxuyanî nedaye.

Bi heman mijarî:

DAIŞê êrişî bendava Tişrînê kir
HSD: Me êrişa terorîstan ya li ser bendava Tişrînê pûç kir
Li Bendava Tişrînê şerekî dijwar: 50 terorîst hatin kuştin
Ji Bendava Tişrînê elektrîk gihîşt Kobanî
Etîketan:
qutkirina avê, çemê firatê, tişrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de