05:08 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Heyder Ebadî

    Artêşa Iraqê li Sûriyeyê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistin

    © REUTERS/ Ahmed Saad
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4321

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyand ku artêşa Iraqê li nava sînorên Sûriyeyê li dijî DAIŞê operasyonên hewayî li dar xistin.

    Ebadî di daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku wan biryara van operasyonan ji bo bersivdayîna êrîşên DAIŞê yên li Bexdayê daye.

    ‘EM BIBIRYAR IN KU BIKEVIN DÛ TERORÎSTÊN KU ZAROKÊN ME KUŞTINE'

    Serokwezîrê Iraqê ev tişt gotin: "Em bibiryar in ku bikevin dû terorîstên ku zarok û welatiyên me kuştine, li ku dibin bila li wir bin. Ji ber vê yekê me ferman da hêzên xwe yên hewayî, ku li dijî herêmên Ebu Kemal û Huseybe yên li ser sînorê Iraqê yê Sûriyeyê operasyonên hewayî li dar bixin.

    ​Ebadî da zanîn ku operasyon bi awayekî serkeftî hatiye temamkirin.

    OPERASYONÊN HEWAYÎ YÊN LI SÛRIYEYÊ

    Her wiha hêj nayê zanîn ku operasyon li ser agahiya rayedarên Sûriyeyê hatine lidarxistin an na.

    Li Sûriye û Iraqê niha 68 welatên di bin hêzên hevpeymana bi pêşengtiya Amerîkayê de û Rûsya operasyonên hewayî li dar dixin. Operasyonên hewayî yên hevpeymanê, li beramberî bêyî destûra Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) tên lidarxistin.

    Operasyonên Rûsyayê jî li ser daxwaza Şamê hatibûn destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Sererkanê Tirkiyeyê ji bo kontrolê çû sînorê Sûriyeyê
    Netenyahû: Golan dê ti carî bi Sûriyeyê ve neyê girêdan
    Rûsya 15 Tirkiyeyê jî 9 binpêkirinên agirbestê li Sûriyeyê tespît kirin
    Pûtîn: ‘Cudahiya mezhebî yekîtiya axa Sûriyeyê tehdîd dike'
    Pûtîn: Hêzên Behrê yên rûsî windahiyên mezin dan terorîstên li Sûriyeyê
    Fermandarê amerîkî: "Li Sûriyeyê pêwistiya me bi leşkerên zêde heye"
    Artêşa Sûriyeyê şûnwarên li Lazqiyê diparêze
    Etîketan:
    Serokdewletê Sûriyeyê, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Beşar Esad, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de