10:02 25 Tîrmeh 2017
Zindî
    HSD - HSDê

    HSDê bîlançoya şerê 8 rojan eşkere kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya şerê 8 rojan eşkere kir. Di nava 8 rojan de gelek gund hatine rizgarkirin û bi dehan DAIŞî jî hatine kuştin.

    hsd-şervanên xezeba firatê
    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê  derbarê şerê 8 rojan de daxuyaniyek da û diyar kir ku wan di van 8 rojên dawî de herêmek qasî hezar û 664 kîlometre çarkoşe di parêzegehên Reqqa û Dêra Zorê ji DAIŞê rizgar kirine.

    Herwiha fermandariyê eşkere kir ku, di nava vê herêmê de 37 gund û 102 gundik hatine rizgarkirin. Di encama şerê 8 rojan de 49 DAIŞî hatine kuştin, gelek term hatine dîtin û 3 terorîst jî bi saxî hatine desteserkirin.

    Di dawiya daxuyaniyê de tê amajekirin ku şervanên Xezeba Firatê wesayetek doçka, 4 wesayetên bombebarkirî, 2 yên leşkerî û gelek mayîn û teqemenî jî rûxandine.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên Xezeba Firatê 2 gundên din rizgar kirin
    Di Pêngava Xezeba Firatê de baskê sêyemîn jî dest bi operasyonan kir
    Xezeba Firatê ji bo Qonaxa Sêyem a kontrolkirina Reqqayê daxuyaniyek da
    Şervanên Xezeba Firatê tenê 11 kilometre dûrî Reqayê ne
    Etîketan:
    bîlançoya şerê rojan, rizgarkirina gundan, şerê li dijî daişê, reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de